Hemereng

Îro Institûya Kurdî ya li Swîssre bi Kongireya xwe ya Yekemîn Damezrandina xwe ragihand

Li welatê Swîssre bi beşdarbûna bi dehan şareza, mamoste û kesayetên Rewşenbîr bi Kongireya Yekemîn avakirina xwe ragihand. Piştî xebateke demdirêj ji aliyê çendîn kesên xemxwer û heskiriyên zimanê dayîkê û rewşenbîr û mamosteyên Ziman bi komîteyekî amadekariyê xwe gihandin damezrandina Institûya Kurdî ya li Swîssre.

Ji endamê Komîta Amadekar Gernas Koçer vekirna Civata Kongireyê kir û berî dest bi civata Kongireyê were kirin mêhvan û endamên hazir bi xulekekî rêzdarî li ser giyanpê Şehîdên doza Azadiyê rawestan. Piştî hilbijartina Dîwanek ji Sê Endaman Alî Riza, Dîlber Hêma û Alî Şîmşek.

Pêşgotina vekirina Kongireyê ji hêla Alî Şîmşek Hevserokê Civaka Azad a Swîssre ve hate dayîn û bi giştî li ser girîngî û rola Zimanê Dayîkê û çaweniya pêşxistin û parastina wê nirxandinek berfereh pêkanîn. Wekî din da zanîn kû li Bakûrê Kurdistanê eger yek xebatên Zimanê Kurdî ve mijûl dibe, dema diraze bi goman û tirse gelo wê îşev yan roja din kengî dewleta Tirk wî/wê bigrin û bavêjin zîndanê. Weha jî da zanîn kû li hember hemû zoriyên li ser Ziman û hebûna Kurdî, pêwîstiya lê xwedîderketina wê jî dû car pirtir ji her kesî tê xwestin.

Piştre çend mijarên kû bibin tewerê Kongirê hatin diyar kirin û bi erêya hevalan hatin gotûbêj kirin. Di serî de reşnivîsa Instûtiyê Kurdî ya li Swîssre kû ji aliyê komîteya Amadekar ve hatibû amadekirin xal bi xal hatin xwendin û li ser hemû xalan nirxandin hatin pêşxistin. Di hêla wateyê de, di hêla naverok û yasayî de, di hêla rêziman û pêkanînê de; hemû bendên Rêziknameyê ji aliyê civata Kongreyê ve hatin nirxandin, sererastkirin û bi dengêdan û erêkirina piraniya endamên Kongiryê hatin pejrandin.

Gotûbêj li ser mijarên navxwey, yasayî, sazûmaniya wê, beş û şêwe xebatê, erk û mafên endaman, Sazûmanî amrazên wê dê çawe bin hatin pêşxistin.

C. M

Back to top button