XizmetXweserî

Hilberîn baş e lê karker kêm in

 

Li Kantona Efrînê îsal hilberîna zeytûnan baş e, lê ji bo komkirina wan, karker kêm in. Hilberîner her wiha ji ber ambargoya li ser herêmê bi guman  in ku buhayê zeytunan kêm e. SCS ji bo çareseriyê di nava hewldanan de ye.

Berhema çandiniyê ya sereke li Kantona Efrînê zeytûn in û piraniya welatiyên herêmê debara xwe ji vê berhemê werdigirin. Demsala çinîna zeytûnan ji destpêka meha cotmehê dest pê dike û heta meha çile didome. Di vê demsalê de bi hezaran welatiyên herêmê di çinîna zeytûnan de dixebitin.

Firehiya Kantona Efrînê nêzî 202 hezar hektar e û hemû ji bo çandiniyê guncaw e. Li zêdetirî nîviya Kantonê darên zeytûnê hatine çandin. Hejmara darên zeytên di her navçeyekê de jî wiha ye: “Cindirêsê 2 milyon û 275 hezar û 560, Şera 543 hezar û 189, Mabeta milyonek aû 493 û 180, Bilbilê 848 hezar û 869, Şiyê 493 hezar û 179, Şêrewa 351 hezar û 657, Reco 298 hezar û 436.”

Jêkirina zeytûnan li Kantonê li gorî qonaxan çêdibe. Qonaxa yekemîn ji bo zeytûnên kesk ên xwarin ye. Qonaxa duyemîn jî piştî 15’ê meha cotmehê tê destpêkirin û di mehsereyan (navenda givaştina zeytunan) de zeyta xwarinê jê tê wergirtin.

Hilberîna îsal baş e

Berûvajî salên borî, îsal li herêmê barîna baranê baş bû, ji ber vê yekê hilberîna zeytûnan jî baş bû. Cotkarên herêmê derbarê hilberîna îsal de jî dilgeş in.

Li gorî komîteyên çandiniyê yên navçeyan, guman dikin ku li gorî çavdêriya wan ji hilberîna îsal re, dê baş e.

Karker nayên peydakirin

Tevî ku hilberîna zeytûnan a îsal baş e, piraniya cotkaran derbarê peydakirina karkeran ji bo wergirtina hilberînê zehmetiyan dikişînin. Ev rewşa kêmbûna karkeran jî ji ber pêla penabertiya ciwanan pêk tê. Di salên borî de bi hezaran karker ji herêmên din ên Sûriyeyê dihatin Efrînê, lê îsal ji ber dûrpêçkirina herêmê karker nikarin bêne Kantona Efrînê.

SCS dê çareseriyekê ji van pirsgirêkan re peyda bike

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên cotkaran bi taybet di demsala çinîna zeytûnan de, tê payîn ku Saziya Civaka Sivîl di 3’yê cotmehê de civîneke berfireh bi sazî û aliyên têklîdar ên herêmê re bicive. Di vê civînê de dê hemû pirsgirêk û astengiyên rastî cotkaran tê bêne gotûbêjkirin û çareseriyan ji wan re peyda bikin.

Tê payîn ku derbarê vê mijarê de gelek biryarên ku xizmeta cotkaran dikin bêne derxistin.

(jh)

Back to top button