ManşêtNûçe

Meclîsa Gundên Ereban: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin 

Rêveberiya Meclîsên Gunden Ereban ên girêdayî Şengalê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku li gundê Hesawîkê hate dayîn de êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Şengalê hatin şermezarkirin.

Hat destnîşankirin ku êrîş li dijî tevahiya pêkhatiyên Şengalê çêbûye û bi van êrîşan re tê xwestin aramiya li Şengalê ji holê bê rakirin, pêşketinên li nava civaka Êzidî û Ereban di warê aborî û civakî de çêbûne, bên hilweşandin.
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin yek ji armancên êrîşan ewe ku malbatên dixwazin vegerin ser axa xwe bitirsînin û nehêlin vegerin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk êrîşên DAIŞ’ê ne û ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku bi lezgînî pêşîya van êrîşan bigire.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hat kirin ku dijî êrîşan yekîtiya xwe mezin bikin û hêzên YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê jî vê yekîtiyê biparêzin. Bal hat kişandin ku yên êrîşî van hêzên parastinê dikin, di heman demê de êrîşî yekîtiya gelên herêmê dikin.

Back to top button