ManşêtNûçe

Bêrîvan Hese: Dewleta Tirk armanc dike ku li Şengalê kuka kurdn tune bike

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de axivî û got: “Dewleta Tirk armanc dike ku destkeftiyên Gelê Kurd têk bibe û nakokiyên partiyên siyasî ku em dixwazin çareser bikin gurtir bike. Pêwist e partiyên siyasî jî xwedî li Gelê Kurd derkevin, yekrêziya mala kurdî ava bikin û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin.”

Dewleta tirk di 15’ê Hezêranê di saetên nîvê şevê de herêmên Qadên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê bomberdûman kirin. Li dijî van êrîşan li seranserî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Di derbarê van êrîşan de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Hesen re axivî.

Bêrîvanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şengal, Mexmûr û  Efrînê berdewam dikin. Wezareta Tirkiyeyê bi rengekî fermî operesyoneke leşkerî li herêmên Başûrê Kurdistanê ragihand. Ev operesyon tê wateya dewleta Tirk armanc dike ku destkeftiyên Gelê Kurd têk bibe û nakokiyên partiyên siyasî ku em dixwazin çareser bikin gurtir bike. Dewleta Tirk bi her awayî êrîşî Gelê Kurd dike û bi taybet jî êrîşî nirxên kurdan dike. Îro Şengal ji bo kurdan nirxekî pîroz e, ji ber ku Kurd bi koka Êzidî tên naskirin, dewleta Tirk jî dixwaze ji Şengalê koka Kurdên Êzidî tune bike. Kurdên Êzidî gelekî êş dîtin û rastî bi dehan fermanê hatin, tevî zext û êrîşan jî civaka Êzîdî çand û ola xwe parastin. Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de bi hevkariya dewleta tirk êrîşî Şengalê kirin bi sedan jin qetil kirin, revandin û li Sûka Reqqayê ku wek paytexta DAIŞ’ê dihat nasîn firotin. Dewleta Tirk jî îro armanc dike ku van kiryaran dubare bike.”

Bêrîvanê ragihand ku partiyên siyasî li hemberî operesyonên dewleta Tirk ku li Başûr an jî li Rojavayê Kurdistanê dide meşandin xwe berpirsiyar nebînin wê rewşa Kurdan ber bi talûkeyê ve biçe û wiha domand: “Pêvajoya ku em îro tê de derbas dibin pêvajoyeke pir hesas e, ji ber ku projeya me ya netewa demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz dike hedefa dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi her rêbazî êrîşî projeya netewa demokratîk dike. Di heman demê de dewletên navneteweyî jî dest didin dewleta Tirk ku êrîşên xwe li ser herêmên me berdewam bike. Wek tê xuyakirin ku di hundirê Tirkiyeyê de gelek alozî hene wek Vîrusa Korona û aloziya aborî. Ji ber vê jî dewleta Tirk destdirêjî li ser herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.”

Bêrîvanê da zanî ku gelê Rojava li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûn û helwesta xwe didin nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku di wê ferqê de ne bûyera li Şengal û Mexmûrê qewimî, ne dûr e ku sibe li Rojava biqewime. Di heman demê de êrîşa li ser kurdekî li ser tevahî kurdan e, ji bo vê jî pêwist e em bi berpirsyartî tev bigerin û gelê me îro hewceyî yekîtiya kurdî ye. Yekîtiya Gelê Kurd ew ê rê li dagirkeriyê bigire. Pêwist e partiyên siyasî xwedî li Gelê Kurd derkevin, yekrêziya mala kurdî ava bikin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin. Êdî bes e ji kiryarên dewleta Tirk re. Pêwist e dewletên navneteweyî jî bi berpirsyartiya xwe rabin û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin.”

JINNEWS

Back to top button