DaxuyanîManşêt

PYNK: Dewleta Tirkiyê şerekî vekirî li dijî Kurdan û doza wan radighîne

Partiyên Yekîtiya Nişrtimanî yên Kurdî destnîşan kirin ku dewleta Tirkiyê bi êrîşên wê li ser herêmên berfrireh li Başûrê Kurdistanê şerekî vekirî radighîne li dijî Kurdan û doza wan û tekoşîna wan ya dîrokî ji bo azadî,aştî û demokrasiyê.

Partiyên Yekîtiya Nişrtimanî yên Kurdî daxuyaniyek ji raya giştî da, daxuyanî bi zimanê Kurdî û erebî hat xendin, (Ebdil Xenî Omer, Xunav Mele), li navenda giştî ya Partiya Yeîtiya Demokrat PYD li Qamişlo

Daxuyanî wiha ye:

Ji destpêka 16′ ê Hizêranê ve, bi awayekî sîstematîkî dijber de, dewleta Tirkiyê dest bi dagirkeriyekî hov kiriye, bi riya erd û ezmanî li ser Başûrê Kurdistanê dike bi armanca hedefkirina Tevrera Azadiya Kurdistanê û bargehên wê, lê tevahiya cîhanê dibîne ku bajar û bajarok tên armanc kirin û deverên sivîl ên bi ewle li Şengal û Mexmûr û gelek deverên din yên Başûrê Kurdistanê, di enacm de gelek sivîl birîndarbûn û mal û milkên wan hatin hilwşandin di nav hewldanek eşkere de ku dagirkeriyê berfireh bike, û berdewamiya siyasta sîstematîk ya qirkirna gelê me li her deverê ji bo pêk anîna tiştên ku DAIŞ’ê nikarîbû pêk bîne, bi binpêkirina hemû pîvan û zagonên navnetewî.

Dagirkeriya heyî ya dewleta Tirk tê di rewşek tevlihev û hesas de ye ku herêm bi giştî tê re derbas dibe, her wiha di qonaxekî ku doza kurdî gihiştiye astên pêşketî bi saya berdêl û têkoşîna gelê me seranserî salên dirêj, ew bi dagirkeriya xwe dixwaze ku kiryarên li Efrîn, Serê kaniyê û Girê spî pêk tîne temam bike, bi vê jî ew şerekî vekirî radighîne li dijî Kurdan û doza wan û tekoşîna wan ya dîrokî ji bo azadî,aştî û demokrasiyê, diyar dike ku ew amade dike ku dagirkeriya xwe berfireh bike da ku bighêje  bajarê Silêmaniyê û herêmên wê, bi gefxwarina wî ku her kes ku alîkar be di yekîtiya refa kurdî li Rojavayê Kurdistanê ew bike hedef.

Em di Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê  di dema ku em dagirkeriya faşîzm şermezar dikin, em bang li gelê xwe dikin da ku tekoşîna xwe ya demokratîk berdewam bike û îsrar bike li ser perensîbên xwe di tekoşîna ji bo azadiyê, her wiha em bang li gelê xwe dikin li çar parçeyên Kurdistanê û li derve bi yek helwestî berê xwe bidin qadan û dagirkeriyê qebûl nekin.

Her wiha em bang li hemû partî, tevger, hêzên siyasî yên Kurdistanî her wiha rewşenbîr û rojnemevanan û hemû gelên me ku van êrîşan eşkere bikin û rastiya armancên wê ji raya giştî ya cîhanê re zelal bikin.

Her wiha em bang li hemû dewletên Ereb û gelên wan da ku xeteriya pilanên Tirkiyê li hemû herêmê û hedefkirina wê ji berjewendiyê gelan re cidî bigrin berbiçav re derbas bikin ku yekîtiya gelan û tekoşîna wan ya hevpar  giringe ji bo rawestandina dagirkeriya tirk ya berfireh, û komkirina li derdora helwesta Yekîtiya Ereban û hinek welatên kendavê  ku ev dagirkerî û siyastên Tirkiyê red dikin,  her wiha ev helwesta berpisyar wergerînin çalakiyek rastîn di foromên navdewletî.

Her wiha em bang li NATO yê dikin ya ku Tirkiyê êrîşên xwe bi çekên û amûrên wê pêk tîne her wiha bi giştî hêzên cîhanî û Yekîtiya Ewropî ku kar bikin ku sînorekî ji Tirkiyê deynin li herêmê û êrîşên wê yên ne hiqûqî li ser gelê me li Başûrê Kurdisatnê , kêmkirina dijberiya wê û mudaxeleyên wê li sûriyê, Îraq û Lîbiya û li herêma rojhilata Navîn bi giştî û wê berpisyar bikin encamên wê ya ku wê li ser siyaset û hegemoniya wê yî desthilatdar.

Şermezarkirin û têk birin ji dagirkeriya Tirkiyê

Serkeftin ji dozen gelan û tekoşîna wê re

Nemirî ji bo giyanê hemû şehîdên azadiyê

Qamişlo 2020-6-21

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî PYNK

Back to top button