Li Amûdê Vekirina Yekem Peymangeha Zimanê Kurdî
Bi sedan ji xelkên bajarê Amûdê doh roja yekşemê beşdarî ahenga vekirina peymangeha zimanê kurdî a bi navê Şehîda Peyman bûn ,karkerên ku di saziya ziman TZP ê de kardikin û bi sedan ji xelkên Amûdê li ahengê amadebûn , vekirinê bi gotina serokê hevbeş ê mala gel li Amûdê birêz Selman Cûan dest pêkir têde da xuyakirin [ ev pêkanîn bi saya xwîna şehîdan û qurbaniyên ku dan ji bo ku em têkevin aştiyê pêk hatin ] û di vekirinê de pêşanên şanowê hatin pêşkêş kirin ,çîroka koçberiya ji rojava li ewropa didan xuya kirin û zarok û gelek beşdarên vekirinê parçeyên mûzîkê jî stiran ,piştre berpirsyarê tevgera perwerde û zimanê kurdî li Amûdê birêz Delîl gotinek got têde amajekir [ pêwîstiya hînkirina zimanê kurdî ûguhdana pir ji vî zimanî re ji ber ku ew zimanê bav û kala ye ] .
Peymangeh ji sê qata pêk tê û sê holên mezin ji bo simînar û perwerda xwendekaran têde hene û neh odeyên din jî ji bo fêrkirina xwendekan ,ev ode hemû ewzên tiknîkî û fêrkirinê têde hene.
Mamoste waneyên zimanê kurdî ,erebî ,ingilîzî ,dîrok ,felsefe ,zanyariyên civakî ,çand û sinc di peymangehê de distînin ,jimara xwendekaran digihêje 280 ê xwendekarî ,pisporiyên wan ji hev cîwazin û jimara mamosteyên peymangehê dora 90 mamosteyî ne di demên bûrî de korsên pir di hemû waran de stendibûn ji bo ku piroseya fêrkirinê pêş bixin.
Di dawî de piroseya fêrkirinê bi şêweyekî fermî li peymangehê hat ragihandin û dayika Şehîda Peyman terîşa hevirmêşî birand.
ÎSAM Emîn
Werger Selma Egîd