Desteya hevhatinê û hemû saziyên rêveberiya xweser ji bo ewlehiya herêmê du malbatên ku şer di avbera wan de hebû li hev anîn.
Hevanîn li cihê rêveberiya xweser ya kantona firatê bû û piştî pêşwazî kirina her du malbatan ji aliyê rêveberiya xweser ya kantona firatê deqeyek rêzgirtin hat girtin.
Her wiha bi navê mecilisa partiya yeketiya demokiratîk ‘PYD’ Ehmed Xoce axivî û wiha got : em kêfxweşin ku her du malbatên me îro bi awayekî rihet li hevhatine û li vir hazir bûne, dijmin hertim dixwaze şer di navber gelê me de derkeve û di nav me de şerên taybet çê bike. Her wiha bang li êl û eşîrên kantona firatê kir ku dest bidin hev û li hember dagirkeriyê û êrîşên ku li ser herêmê de tên kirin bisekinin.
Di dawiyê de her du malbat li hevhatin.