Nûçe

Hevdîtina Hevserokatiya Kantona Cizîrê li gel Diblomatê Birîtanî

Serokatiya hevbeş ya kantona cizîrê pêşwaziya berpirsiyarê rêxistina diplomasiyên serbixwe li Londonê kir û tê de guftûgowa rewşa giştî li Rojava û serpêhatiya rêveberiya xweser kirin .

Îro sibehê perlemanterê diplomasî yê birîtanî û cîgirê fermandariya Birîtaniya ya dewletên navnetewî berê Karin Roz serdana biryargeha serokatiya hevbeş ya kantona cizîrê kir herwekî di serdanê de cîgira Seroka desteya têkiliyên derve Emîna Osê pê re bû .

Serokatiya hevbeş ya Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham Elhadî û birêz Hediya Yûsif ,herdu cîgirên serokatiya hevbeş Efram Ishaq û Şêxmûs Mûsa ,şêwirmendê serokatiya hevbeş Nesîm Şemo di pêşwaziya şandeyê de bûn .

Karin Roz kêfxweşiya xwe bi pêrabûnên ku li rojava di warê siyasî û diplomasî û leşgerî û serkeftinên ku pêk aniye anî ziman û bi taybet ragihana rêveberiya xweser .

Û got : tiştê ku bala min dikşîne pêkhateyên ku sîstema rêveberiya xweser pêk tê .

Serbare kir ” divê gelê rojava di van nîrên ku tê derbas dibin baweriya wan bi karînên wan xurt be .

Seroka hevbeş ya kantona cizîrê Hediya Yûsif axivî û got : serpêhatiya rojava ferhade ,

tevî ku hebûna sîstema bais a şofînist me dikarîbû civaka xwe li ser bingeheke demokrat saz bikira ji bo ku rojava bibe pêşenga rjhilata navîn di pêşerojê de .

serbare kir “tevî êrîşên terorist di herêmên me de û dorpêça ku dewletên cînar me dikarîbû yekîtiya pêkhateyan di civakê de ava bik ra.

Amaje kir : pêwîste hêlên navnetewî alîkariya serpêhatiya rojava bikin  ji ber ku hevrêziya di navbera hêzên leşgerî û hevpeymana netewî di rêya bumbebarkirina asîman ne bese divê erêniyeke navnetewî bi rêveberiya xweser hebe û piştgiriya rezberî û mewdanî jê re pêşkêş bibe ji ber ku rojava dibe dergeha çareseriya pirsgirêkên rojhilata navîn .

Seroka hevbeş amaje kir serpêhatiya rojava serpêhatiyeke civakiye bi asteke bilind ji pêşketinê û sedema mezin ewe beşdariya jinê di civakê de

Ji hêla xwe ve serokê hevbeş ya kantona cizîrê Elşêx Himêdî Deham Elhadî li ser têgeha demokrat amaje kir ku ew nameyeke ji rojihlata navîn re ye ku şûna sîstemên şofînist .

Herwekî rojhilata navîn pêwîstiya  wê ji alîkariyê re heye ji bo ku nakokiyên sîstemên desaletê  bi dawî bikin .

Serdan bi guftûgowa rewşa giştî di kantona cizîrê û rojava û astengiyên ku tê de derbas dibe bi dawî bû sebaret rewşa koçberan û koçberiyê û peydakirina çareseriyên guncaw jê re .

Raman Xişman

2015/9/6

Werger: Silava Yûnis

J. M

Back to top button