Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve, kampanyayek ragihandibû. Gelek siyasetmedar, parlamenter, zanyar, rewşenbîr û çalakvanên navneteweyî tev li kampanyayê dibin.
Senatora berê ya Partiya Kesk a Awisturyayê Lee Rhiannon jî tev li kampanyayê bû û peyamek da. Lee Rhiannon di peyama xwe de wiha got:
“Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne rêxistineke terorîst e. Sedema ku PKK ji hêla hin welatan ve xistibûn vê listeye, ev e ku xizmeteke siyasî ji Erdogan re bikin.
Erdogan rejîmeke neteweperest a otorîter dimeşîne. Ji bo rewakirina neteweperestiya xwe ya tund, pêwîstiya wî bi dijminan heye û bi vî rengî PKK’ê nîşan dide.
Di vegerê de, piştgirên wî yên rojavayî hevalbendek dilsoz a NATO’yê bi dest dixin.
Rastî ev e ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan li herêmê pêk werin, divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. PKK dijminê komên terorîst e. Wan DAIŞ têk bir.
Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan di herêmê de pêk bê, divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan di hemû dan û standinan de cih bigirin.”
ANHA