ÇalakîManşêt

Meclisa Jin a PYD’ê li Eyn Îsa ji bo rêveberiyên xwe civînek li dar xist

Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li Eyn Îsa ji bo rêveberiyên xwe, li nivîsgeha partiyê ya li navçeyê civînek li dar xist, da ku li ser pêşketinên siyasî yên dawî nîqaş bilkin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre berdevka bi navê meclisa jin “Zehra Semo” bal kişand li ser rewşa heyî li herêmê, êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û hedefgirtina dûbare li ser sivîlan bi riya balafirên bê miro.

Her wiha Simo bal kişand ser vê yekê: “Ragihandina rejîma Sûriyê ya medyayî bi ketina wê bo herêmên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, ne tiştekî din e ji bilî belavkirina nakokiyan di nav gelê herêmê de û têktana aramiyê.”

Semo di dewama axaftina xwe de, bal kişand li ser rola jinan di siyasetê de û zehmetiyên ku di têkoşîna xwe de rû bi rû dimînin û dest nîşan kir ku meclisa jin ji bo rizgarkirina jinan ji koletiyê û şerên ku li dijî wan tê meşandin, têkoşînan xwe dimomîne.

Di dawiya axaftina xwe de got: “Tu kes nikare berxwedana ku mîrate û felsefeya xwe ji rêberê gelan Abdullah Ocelan girtiye, qels bike û ev rastiyeke ku kes nikare înkar bike.”

Di civînê de amadebûyan rewşa rêxistinî, mekanîzmeya xebata meclisa Jin û çawaniya belavkirina hişmendiya siyasî di nava hemû pêkhateyên civakê de bi taybetî di nava jinan de hate gotûbêjkirin.

 

Back to top button