ÇalakîManşêt

Şandek ji PYD’ê li herêma Firatê bi boneya lidarxistina konferansa wan “Partî” pîroz dike

Îro 18’ê Mijdarê, şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê li herêma Firatê, serdana nivîsgeha Partiya Demokrat a Kudrî “Partî”, ji bo bi boneya lidarxistina konferansa wan a diwazdemîn pîroz bikin.

Şandeya partiya me lidarxistina konferansa Partiya Demokrat a Kurdî “Partî” pîroz kir, ku di vê rewşa hestiyar de, di dema ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di bin  gefa dagirkeriya Tirk a faşîst de ne, hat li dar xistin.

Şandeya partiya me tekez kirk u divê em destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêzin û li dora saziyên xwe û hêzên leşkerî ya ku Hêzên Sûriya Demokrat nûnertiya wê dike bicivin, da ku li hember komployên derve û gefên dewleta tirk bisekinin.

 

Back to top button