Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef û dayika Eqîde daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 9’ê Cotmeha 2019’ê de, êriş û planên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê ya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin, hîn ta roja îro jî berdewam dike û ji bo sîstema netewa demokratîk ji holê rabike bi dijwarî hemû xwînxariya xwe didomîne û bi rêya şerê taybet ve êrişên xwe dide meşandin.
Di salvegera şehadeta hevala Hevrîn û Dayê Aqide de, em hemû şehîdên Serêkaniyê bi rêzdarî bibîrtînin û bi dilsoziya xwe ya ji bo têghiştina û pêkanîna azadiya şoreşa gelên demokratîk , bê navber didomînin. Berxwedanî û hêza jinên şoreşger û berxwedêr wê hertim berdewam e . Tola şehîdên azadî û ji bo wekheviya civakê têkoşiyan, tu carî nayê jibîrkirin û her zindîne di dilê me de dijîn . Em ê bi hezaran li ser xeta wan ya ideolojiya azadî û demokrasiyê bi şopînin û hemû xewin û xeyalên wan bi cih bînin .
Di 12’ê Cotmeha 2019′ ê de, Sekreterya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hevala Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyê ve hedef hate girtin û hate şehîdxistin. Wek pêşeng rêveberî kir, ji bo avakirina civakek demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin, her jiyana xwe kire xizmetê ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk û avakirina civakek wekhef. Bi salan ji bo bidetxistina azadiyê, xebatên giranbûha da meşandin. Her wiha ji bo azadiya civaka xwe jî di gelek kar û xebatên rêveberiyê de bi fedekarî, cihê xwe girt. Herî dawî jî dema ku li ser kar û erka xwe bû ji aliyê dijminê hovane, bi êrîşeke sûyîqas ve hate şehîdxistin.
Di heman demê de, Erdogan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên kesayetî û desthilatdariya xwe wende neke û domdar bike di şerê Serêkaniyê de komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Mirovên sivîl û daykên ku xwestin pêşîya dagirkirinê bigrin yek ji wan dayikan jî dayê Aqîde bû, ku di oxira parastina welatê xwe de canê xwe da û ji aliyê dijmin ve hate şehîdxistin. Erdogan ji bo vegera xeyalên împrtoriya Osmanlî bi hemû şêwazên faşîst û kiryarên qirêj bi kar tîne. Ev rewş û pêvajoya herî dawiyî, têkçûna Erdogan îfade dike. Ji bo wê jî beriya ku biçe hemû rêbazên talankirin û tunekirinê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne
Em wek Kongreya Star ev komkujiya hovane û diji mirovahiyê ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jinên azadixwaz, şoreşger û mîlîtanan rêxistinên jinan ku hedef digirin; em van sûcên şer û kiryarên qirêj yên deweleta Tirk û hevkarên wê bi awayeke tund şermezar dikin. Bi heman şêwaz herî dawî li Kobanê li ser her sê hevalên me yên jin “daye Emîne, Zehra û Hebûn dan meşandin û komkujî pêk anîn. Ev komkujî polîtîkayên qirikirin pêşengtiya şoreşa jinên Rojava îfade dike.
Ev yek tu caran wê moralê me nexîne û îrada û vîna me neşikêne lê berovajî wê em ê asta berxwedanî û têkoşîna azadiya xwe bilindtir bikin û xwedîderketina li doza rêhevalên xwe yên şehîd, em ê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilînin û bibine şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin û mezintir bikin. Ronahî û agirê Şoreşa azadiyê wê her tim zindî be û tucaran venemire.
Em wek Kongreya Star ev êrişa dijmin a li ser hevala Hevrîn û daya Eqîde bi dijwarî şermezar dikin û helwesta xwe bi awayeke tundî li hemberî hemû hêzên dagirker û raya giştî didin xuyakirin. Pêwîste hemû tevgerên jinan li seranserî cihanê û hemû gelên têkoşer û azadîxwaz li hemberî vê êrişa bêbext û dijwar, sekineke dîrokî bidin diyar bikin û helwesta xwe yên têkoşîn û azadiyê bikin yek.
Her wiha bêdengiya rêxistin û saziyên navnetewî û hiqûqî rexne dikin û dibêjin bê dengiya we tê wateya hevkariya we ji bo pêkanîna van sûcên şer û kiryarên qirêj e. Gerek ev sûc werin şopandin û hesabekî nanetewî were xestin û edalet bi cih were û ev dagirkerî li ser herîmên me bi dawî bibe . Sazî û rêxistinên mirovahî bi erkê xwe yê mirovahî rabe bi rengekî lezgîn ji ber xeteriyên dewleta Tirk û hevkarên wê hîn berdewame û xwe berferh tir dike.”
ANHA