ManşêtNûçe

Ez Hevrîn Xelef im

Navê min(Hevrîn Xelef)e di 12’ê cotmeha 2019 an de ji hêla çeteyên Tirk ez rastî îşkence û kuştinê bûm, ji ber ku min kar ji bo Sûriyayeke demokratîk û pirrengî dikir.

Cîhan teva bû şahidê îşa min bi saya celadên ku ev dîmen bi giştî belavkirin li ser medyaya Civakî, tenê pêlavek e min ma ji tirs û hovîtiya ku min jiyan kir, ev pêlava min dayika min hembêz kir ji berdêla laşê min ya ku bû parçe ji hêla celdan, û li ser gorê min diya min 35 mume vemirand piştî mehekê ji mirina min 15 mjdara 2019an.

Ev bû salek ez mirim , lê tiştek der barê van kujeran nehat kirin ji ber ku tiştê ku pêk anîn bi biryara ji Tirkiyeyê “endama NATO yê û Netewên Yekbûyî” bû, lê ez beşek ji gelê Kurd yê bêyî welatim, ya ku hêzên cîhanê li piş min hiştin.

Salek derbas bû li ser tevlîbûna min ya dirjê ku ji keç û jinên ( Kurd, Îzîdî, Ermen û Aşûr) pêk hat yên rastî destdirêjî û kuştinê bûn ji aliyê hêzên Tirkî û cîhadîst li ser xaka me ji sedsalî ve, ji ber ku yê li hember me sekinî mixabin Tirkiye an Cîhadîs terrorist e.

Çeteyên dewleta Tirk (Hevrîn Xelef) Sekertêra Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê di 12’ê Cotmeha2019 an de qetil kir,  lê dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li Rojava berdewamin.

Sûcê li dijî siyasetmedara kurd li ser riya M4, nêzî gundê Terwaziyê di navbera Silokê û Til Terir de pêk hat, ku siyasetmedara Kurd ji hêla endamên tabûra 123’an a mîlîşiya cîhadî ya Ehrar El-Şerqiya hevalbendê Tirkiya hate îşkece kirin, kevir kirin û kuştin, û kujeran wêneyên laşê wê li ser medyaya civakî belav kirin.

Kuştina (Hevrîn Xelef) yek ji gelek sûncên şer û sûncên li dijî mirovahiyê bû yê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk li herêmê hate kirin

Ji destpêka operasyona( Kaniya Aştiyê) heya îro tevî hemû delîlên bi belge yên sûncên dewleta Tirk, û tevî hemê gazî û daxwazên rêxistin û dezgehên mafê mirova  civaka navneteweyî di kuştina hovane ya Hevrîn de bêdeng e.

Tevahiya cîhanê awayên xerab ê kuştina Hevrîn dît, lê dîsa jî tiştek ne hat kirin ku nehêle ev mîlîşiyan  tiris û wêraniyê belav bike û sûncên nû li dijî gelê sivîl, û bi taybet jin û zarok li herêmên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin pêk bînin.

Back to top button