ManşêtNûçe

Îsmaîl Semo: Hedefa dewleta Tirk qutkirina têkiliya di navbera çar parçeyên Kurdistanê de ye

Dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê yê li dijî herêma Heftenînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de didomîne. Ew jî êriş ji 14’ê Hezîranê de bi dijwarî dest pê kir. HPG’ê berisva wan êrişan dide.

Girêdayî mijarê, rêvebirê buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Îsmaîl Semo wiha got: “Dewleta Tirk û di serî de jî AKP’ê û serokkomarê wê Erdogan, dixwaze destkeftiyên gelê Kurd li tevahî Kurdistanê derbe bike. Erdogan hewl dide bi rêya hedefkirina Heftenînê federaliya Kurd a li Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê derbe bike, ji nû ve Osmaniyê vejîne û desthilata faşîst a bi serokatiya wê ya bi navê Îxwan El-Mislimîn li Rojhilata Navîn bi pêş bixîne.”

Dewleta Tirk bi rêya hedefkirina herêma Heftenînê û li gorî qanûnên navneteweyî serweriya xaka Iraqê bin pê dike. Heftenîn dikeve nava Herêmên Parastinê yên Medyayê li herêma Kurdistanê li Iraqê. Lê belê hikumeta Iraqê bi cidî ji bo rawestandina van êrişan tev nagere.

‘HEDEFA DEWLETA TIRK QUTKIRINA TÊKILIYA DI NAVBERA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DE YE’

Îsmaîl Semo da zanîn ku tevî derbasbûna 3 mehan di ser destpêkirina êrişa Tirkiyê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybet herêma Heftenînê, bikaranîna çekên giran, balafir, teknelojiyê û ragihandina dewleta Tirk a serketina di şer de, lê ev yek ne rast e. Ji ber hê jî şer berdewam e û artêşa Tirk wan herêman bi çekên giran û balafiran bombebaran dike.

Semo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji wan êrişan ne tenê dagirkirina Heftenînê ye, di heman demê de qutkirina têkiliya di navbera çar parçeyên Kurdistanê de ye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, di êrişa li ser Şengal û Kobanê de piştevaniya DAIŞ’ê kir. Lê belê bi ser neket. Ji lew re îro piştî têkçûna wê di şerê Heftanînê de, bi rêya hemleya girtinê li dijî endamên HDP’ê siyasetmedarên Kurd hedef digire.”

AKP’ê  li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê operasyonên qirkirina siyasî li dijî kesên beşdarî çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê di 5-9’ê Cotmeha 2014’an de bûne,daye destpêkirin û gelek, siyasetmdar, çalakvan û endamên HPD’ê bin çav kirin.

‘HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERTEKA XWE BI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMA HEFTANÎNÊ RE DERXIST’

Der barê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Heftenînê de, rêveberê buroya PYD’ê ya herêma Firatê Îsmaîl Semo wiha diyar kir: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê ne tenê li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Heftenînê li Herêmên Parastinê yên Medyaê bê deng ma, lê belê bi rasthatina wan êrişan re bi rêya kolandina xendekên li seranserî sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da.”

Siyasetmedar û analîzvanên Kurd bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê rexne kir. Her wiha kolana Kurd hêrsa xwe derbarê kolandina hikumeta Başûrê Kurdistanê ya xendekan li seranserî sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan da. Bi wê re jî li gelek herêman xwepêşandan li dar ketin û hikumeta herêma Başûr jî tu daxuyanî der heqê kolandinê de neda.

Îsamî Semo wiha bi dawî kir: “Em ji aliyên siyasî yên Kurd bi hêvî ne yekitiya nîştimanî ava bikin da ku bibe bersiva êrişên li dijî herêmên Kurd û bi yekitî di civînên navneteweyî de bisekin û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.”

Semo bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’yê kir ku destwerdanê bikin ku êriş û komkujiyên li dijî gelê Kurd bisekinînin.

ANHA

Back to top button