ManşêtNûçe

KON-MED’ê ji bo çalakiyên li dijî tecrîdê banga tevlîbûnê kir

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Tebaxa 2019’an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û hat gotin, “Gelê Kurd agahî li ser tenduristî, rewş û mercên Rêber Apo nagire. Vê bêdengiyê fikarên me yên li ser tecrîda girankirî ya Rêber Apo kûrtir kiriye.

Bi milyonan Kurdistanî ku van pêkanînên dijmirovahî a li dijî Rêber Apo napejirîne û weke êrîşa li dijî vîna xwe dibîne, dixwaze demildest agahî bê girtin. Rêber Apo ne kesek e ji rêzê ye, hemû jiyana xwe daye azadiya gelê Kurd û xwediyê felsefeya ronakbîrî û azadiyê ya serdema me ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û banga tevlîbûna çalakiyên li dijî tecrîdê hate kirin.

Di daxuyaniya KON-MED’ê de hat gotin, “Eger îro em ji jiyan, tenduristî û mercên ku Rêber Apo tê de dijî ne xwedî agahî ne, vê rastiyê derdixe holê ku xwedîderketina me ya heyî têrê nake. Ji ber vê yekê weke KON-MED’ê em bang li gelê Kurdistanê, dostên xwe, beşên çep sosyalîst û hemû kesên ku baweriya wan bi nirxên azadiyê heye dikin ku di 2’ê Îlonê de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin.”

Di 2’ê Îlonê de jî wê li 5 navendan li dijî tecrîdê çalakî bên lidarxistin. Dem û cihên destpêkirina çalakiyan wiha ne:

Dusseldorf

Cih: Dusseldorf DGB Hsus

Saet: 13:00

Berlîn

Cih: Berlîn Breitscheidplatz

Saet: 16:00

Hamburg

Cih: Hamburg, Hauptbahnhof

Saet: 15:00

Back to top button