ManşêtRojava

Neviyê malbata şehîdên Newrozê tê êşkencekirin û rewşa wî di metirsiyê de ye

Duh komên çete li Cindirêsa Efrînê êrişî mala wî kir û da ber kêran.
Nêta komên çete ew e ku ev malbat ji doza şehîdên xwe were xwarê û wê ji bîr bike.
Heta asta ku yeki ji rêveberên ENKSê yê bi navê Ebdulhekîm Beşar çûbû wê malbatê û heman daxwaza çeteyan ji wan kiribû.
Lê nehatibû qebûlkirin û gefa kuştinê li wê malbatê dixwin.

Nezmî Osman, ew ji malbata şehîdên Newrozê ye û ji bo jîbîrkirina doza wan, ev tişt anî serê wî.

Duh 26’ê tebaxê, koma çete ya bi navê “Ceyş El-Şerqiyê” ku fermana xwe ji dagirkeriya Tirk digire, li Cindirêsê girt ser mala wî.

Li kêleka êşkenceyeke giran, kêr li laşê wî xist û birîna wî giran e.

Li gor Efrîn Newsê, ev ne cara yekê ye ku gefa kuştinê li neviyê malbata şehîdên Newrozê tê xwarin û berî niha jî destê wî felc kiribûn.

Ji êvara Newroza 2023yan ve ku 4 kes di oxira pêxistina agirê cejnê de bi destê komên çete şehîd bûbûn, ev malbat di bin fişar û gefên komên dagirkeriya Tirk de ye.

Ev çete ji wê yekê ditirsin ku ji ber sûcên wan ceza li wan were birîn, lewra bi her awayî dixwazin vê dozê ji holê rakin.

Back to top button