ManşêtNûçe

KON-MED bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku dakevin qadan

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek da  û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku dakevin qadan di çalakiyên 23’ê Tîrmehê.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

“Terora DAÎŞ’ê beriya 10 salan bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst bi awayekî hovane êrîşî tevahiya Rojhilata Navîn û di serî de Sûriyeyê kir û bi rengekî hovane 10 hezar mirov qetil kirin. Bi tinekirina xweza û dîrokê re qirkirina çandî pêk anî. Bi hezaran jin û zarok dîl girtin. Jinên Kurd ên Êzidî li bazarên koleyan firotin. Ev çeteyên ku komkujî pêk anîn, ji destpêkê ve ji aliyê dîktator Erdogan û dewleta Tirk ve hatibûn organîzekirin. Perwerde, çek û hemû alîkariya lojîstîkî yên pêwîst hatin dayîn. Çeteyên DAÎŞ’ê yên hov di serî de li Elmanyayê li gelek welatên Ewropayê gelek êrîşên terorîstî pêk anîn. Di van êrîşan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Hevkarê NATO’yê, dewleta Tirk a faşîst bi fermî ji êrîşên li Ewropayê û qetilkirina bi hezaran sivîlên li Bakurê Sûriyeyê û Iraqê berpirsyar e.

Dewleta Tirk a faşîst di salvegera Peymana Lozanê de bi alîkariya NATO’yê bi gotina Mîsak-î Millî dixwaze ji Heleb heta Mûsil-Kerkûkê ji nû ve Kurdistanê dagir bike. Bi mehan e li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayên Azadiyê dike. Êrîşî gelê Kurd ê Êzidî dike, bi dagirkirina Rojava û ji nû ve vejandina terora DAÎŞ’ê dixwaze tevahiya mirovahiyê tehdîd bike.

Li hemberî hemû êrîşan şoreşeke ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo hat jiyîn û jiyana bi mîlyonan mirovî bi awayekî radîkal guhert. Projeyek bêhempa, pirneteweyî û pir-olî îro derketiye holê ku jiyana hevbeş a aştiyane ya bi milyonan Kurd, Ereb, Xiristiyan û nasnameyên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze. Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînakeke bêhempa ya vîzyoneke aştiyane ya Rojhilata Navîn a demokratîk e. Lewma parastina Şoreşa Rojava erka herî bingehîn a hemû mirovahiyê ye.

Di salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de, divê hikûmeta federal a Elman tavilê li dijî rejîma Erdogan helwestê nîşan bide û piştgirî û hevkariya xwe ya di şerê qirkirina gelê Kurdistanê de bi dawî bike! Divê Elmanya di zûtirîn demê de qedexeya PKK’ê rake û dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd bîne. Divê bi rawestandina hemû şandina çekan xizmeta aştî û azadiyan bike.

Em bang li hemû gelên li Elmanyayê dijîn dikin ku li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê û polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn xwedî li Rojava derkevin û bi me re bibin yek. Werin em bi hev re dengê xwe yê aştiyê bilind bikin!

Li ser vê bingehê em KON-MED em di serî de hemû gelê xwe bang li hemû dostên xwe yên şoreşger-demokratîk dikin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin ser piyan û xwedî li meşên 23’ê Tîrmehê derkevin. Li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi ruhê seferberiyê dakevin kolanan.”

CÎH Û SAETÊN ÇALAKIYÊ

Di daxuyaniyê de plansaziya meş û çalakiya “Li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava û Kurdistanê biparêzin” ya wê di 23’ê Tîrmehê de li Elmanyayê bê lidarxistin wiha hate ragihandin.

“Dusseldorf, DGB Haûs

Saet: 14:00

Frankfûrt, HBF

Saet: 15:00

Dresden Alaûenpark

Saet: 11:00

Berlîn, Gesûndbrûnnen Berlîn

Saet: 18:00

Hambûrg, HBF

Saet: 15:30

Kîel, HBF

Saet: 16:00

 

Oldenbûrg, HBF

Saet: 17:00

Hannover, HBF

Saet: 14:00

Bremen, HBF

Saet: 16:00

Stûttgart, Laûtenschlager Str.

Saet: 14:30

Freiburg, Am Stuhlînger Kîrchplatz

Saet: 18:00.”

Back to top button