ManşêtNûçe

Heyva Sor a Kurd banga girtina qada hewayî li ser herêmê kir

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girtina qada hewayî li ser herêmê, Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek li avahiya xwe ya li Qamişloyê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji demekê ve rûbirûyî gefên dewleta Tirk a dagirker in. Ew gef bi xwe re encamên mirovî yên karesat li ser Sûriyê û dewletên cîran bîne. Ji ber di bakurê Sûriyê de zêdetirî 100 hezar koçber û penaber di kampên belavbûyî yên li herêmê de hene, her wiha bi sed hezaran koçberên Ii kamp û cihên nefermî û ji nasnameyên cuda hene. Ew jî berê azarên desteka alîkariyên mirovî dikişînin.

Ruxmî kedên ji hêla hevkarên me yên di rêxistinên mirovî yên nehikumî de, lê em azaran di valahiyên destekdayîna mirovî de dikişînin. Ew yek pirî caran bi xwe re encamên neyênî li ser xebatên mirovî û xizmetguzarî tînin, ji ber piranî herêmên ji bakurê Sûriyê hîna ji ber zehmetiyên ewlehî û bêîstîqrariyê nikarin xwe bigihînin wan.

Rêxisitnên “terorîst” dikarin ji mijûlbûna hêzên ewlehî li herêmê derfet bigirin ku ji nû ve derketin, bi taybet êdî di herêmê bi dehan navendên girtinê hene ku azarên destekdayînê dikişînin. Ji ber gelek dewletan welatiyên xwe yên tev li “rêxistinên terorîst” bûne û li Sûriyê û Iraqê çalak in, nagirin.

Çi êrişeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi xwe encamên karesat û pêlên koçberiyê yên mezin bîne.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û qada hewayî ya li herêmê bigirin da ku tu qirkirin û koçberiya şêniyên herêmê çênebin, ewlehî, aştî û azadiyê ji wan re pêk were.”

ANHA

Back to top button