ManşêtNûçe

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker

Îro, bi dehan endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk ya Herêma Efrînê, kom bûn û ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dan.

Daxuyanî, bi zimanê erebî ji aliyê Şêx Reşad Hebeş li pêşiya Mizgefta navçeya Fafînê hate xwendin.

Şêx Reşad Hebeş di destpêka daxuyaniyê de bi van gotinan xîtabî gel kir: “Ey gelê me, xweda li ser vê erdê, her netewek dayî û mafê her neteweyekî ku bi rûmet bijî û xwe ji gef û êrîşan biparêze, dewleta Tirk gefan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê dixwe, dewleta Tirk bi awayekî eşkere û li ber çavê her kesî gefên êrişan dixwe.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ev sûcdarên ku îdiaya rizgarkirina neteweyan ji zilm û zordestiyê dikin, di bin navê îslamê de dikujin, gelan didin koçberkirin û mal û milkên wan talan dikin. Tu têkiliya wan bi olê re tune ye.”

Her wiha bal kişand ser hedefgirtinên bi rêya balafirên bêmirov ên biçek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û piştevanên wê ve û hate gotin: “Li hember van sûcan cîhan dengê xwe dernaxe, gelo wijdanê wan miriye? Ji lew re, pêwîst e em gel, pêkhate, ol û mezheb li hemberî van sûcan refên xwe bikin yek û hevgirtina xwe xurt bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû mislimanên cîhanê, rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan hate kirin ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin, gef û êrişên wê yên li djiî ewlehiya xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û ji bo rawestandina wan sûcan helwesteke cidî nîşan bidin.

ANHA

Back to top button