Piştî biryara derbaskirina rêbazê zimanê Kurdî li hemû dibistanên giştî û taybet ji hêla desteya perwerdê û fêrkirinê di rêveberiya xweseriya demokrat di kantona cizîrê de.
Rêjîma Surî ya dictator di rêya parêzgarê hesekê û gerînendetiya perwerdê di hesekê de civînek ji gerînendeyên dibistanan û hin mamosteyên bajarê qamişlo li dar xist û ji wan xwest ku dibistanan venekin û qutkirina hemû dibistanên ku rêbazên rêveberiya xweseriya demokrat bikar tînin herwekî ku sê dibistan nîşan kir li bajêr ji bo ku lê bicivin ji hejimar 8 ta 12,30 piştî ku li ser tomara dema kar wajo bikin.
Rêjîma diktator a ku zarokên gelê kurd ji mafê fêrbûna zimanê dayikê û pêşxistina çanda wî bi salan bê par kir hîn berdewame li ser helwest û siyaseta xwe a ku li ser tunekirina gelê kurd û şermezarkirina mafê wî yên netewî û demokrat disekine herwiha helwestên wî li ser yek rengî ,yek al ,yek netew û yek ziman .
Desteya perwerdê û fêrkirinê di Kantona Cizîrê de van pêrabûnên ne niştimanî û ne demokrat ên ku li dijî maf û nirxên demokrat û mirovahiyê ne şermezar dike û tekeziya berdewamiya biryara xwe dike ji bo derbaskirina rêbazên xwe li hemû dibistanên giştî û taybet herwekî ku ew li ser helwesta xwe venagere û ew ajoyeke ji rêveberiyê re ye ji bo berfirehkirina rêbaz ji hêla hejimara pirtûkan û derbaskirina wan polên dîtir herwekî ku desteya perwerdê û fêrkirinê wê hemû dibistanan veke û na hêlin rêjîm polekê bigire û ewê qelenê van pêrabûnan bide .
Bi vê helkeftê desteya perwerdê û fêrkirinê berê xwe da hemû desteyên perwerdê û fêrkirinê û hemû mamosta û ji wan xwest ku ji biryara rêjîmê bi miladan neynin û pabend bin bi dema karê xwe li dibistanan .
Em bawerin ku hestên niştimanî û netewî û demokrat û helwesta wan li rex zarokên wan û li rex biryara desteya perwerdê û fêrkirinê di kantonê de wê van pêrabûnan rawestîne .
Desteya perwerdê û fêrkirinê ji hemû malbatên xwendekaran dixwaze ku piştgiriya zarokên xwe li ser çûna dibistanan û hînbûna zimanê dayikê bikin , ji ber ku ev rêbaz berî her tiştî nasnama gelê kurd a netewî berceste dike , ev nasnama ku her dem nîşana êrîşên rêjîma dictator û şofîniyan bû , hînkirina zimanê dayikê hemû belgeyên mafên mirov , yasaya navnetewî ,,rêbazên dadmendî û hemû gelên kurd doza parastina vî mafî dikin ji bo jiyanek hevbeş û pêşketina çanda taybet , ji ber ku ziman parçeyek ji mejî ye , hemû dijmin tîrên xwe raserî zimanê kurdî dikin, ji bo ku gelê kurd bi paş xînin û bi derketina rêbazên zimanê kurdî derfetek dîrokî ji bo azadî û pêşketina çanda gelê me peyda bû û ji ber vê yekê desteya perwerde û hînkirinê hemû malbatan doz dike ku guh medin çirçirên qenalên ragihandinê û aliyên siyasî ên ku van rêbazan reş dikin û tekez dike ku tu bingeh ji van qerwelkan re tune ye û hemû gelê Kurd bila zanibin ku ev rêbaz man di bin destên wan de û lênerînek biçûk van qerwelkên ku xizmetkariya dijminan dikin beravêtî dikin .
Rêbazên zimanê Kurdî pêşketî û democrat e û ne dijî tu çand û zimana ye û rêveberiya xweseriya demokrat hemû derfetan ji bo pêşketina hemû çand û zimanên pêkhateyan re peydadike , anha komîteyek rêbazên demokrat ji pêkhateyên ereb û siryan re amade dibe û biryargehên kar û hemû piştgiriyên heyberî û razberî ji wan re tên dabîn kirin û dibe ku herdu rêbaz têkevin warê piratîkî de di sala bê de .
28.9.2015
Desteya Perwerde û hînkirinê li Kantona Cizîrê
S. Y / J. M