Nûçe

Parliyameta Rûsyayê şandina leşkeran bo Sûriyeyê erê kir

 

Konseya Federasyonê a baskê bilind ya parlamentoya Rûsyayê pêşnûmaya şandina leşkeran bo axa Sûriyeyê bi yekdenî erê kir.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn di daxuyaniya xwe de got, şandina leşkeran ji bo axa Sûriyeyê daxwaza rêvebiriya Şamê bû û ji bo li dijî terorîzmê tekoşînê bidin me ev biryar stend.

 

İvanov: Em operasyona bejayî nafikirin, em ê bi rêya hewayî operasyonan bikin

Serokê Îdareya Kremlînê Sergey İvanov, ‘ji bo hemwelatiyên Rûsyayî ku li kêleka grûbên terorîst şer dikin me ev biryar stend û hejmara wan bi hezaran tê îfadekirin. Heke ev terorîst vegerin malên xwe wê demê ewlehiya netewî ya welatê me dikeve xeteriyê.

İvanov da zanîn ku, ‘em li Sûriyeyê plana operasyonên bejayî nakin, heke ji dewleta Sûriyeyê daxwazî were em ê bi rêya hewayî li baregehên terorîstan bidin.’

 

Daxwaza arikariyê ji Sûriyeyê hat

Serokê Îdareya Kremlînê Sergey İvanov di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ rêvebiriya Şamê xwest Rûsya leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê û em li gorî hiqûqa nawnetewî tevdigerin. Em ne wekî hevpeymana ku Amerîka pêşengiya wê dike ne.’

Hat ragihandin ku, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo ku karibe leşkeran bişînê derveyê sînor pêşnûmayek şandiye Konseya Federasyonê a baskê bilind ya parlamentoya Rûsyayê.

 

Wekî din serokê Konseya Federasyonê Valentina Matviyenko daxuyanî da û got, ‘em ê daxwaza Pûtîn di rûnişteke girtî de binirxînin.’

Valentina Matviyenko, eşkere nekir destûra pêşnûmayê ji bo kîjan welatî/an derbas dibe.

Her wiha, ev jî dide xuyakirin ku dê dewleta Rûsya piştgiriya xwe li hikumeta Sûriyeyê zêdetir bike.

 

J: Spusputniknews /

J. M

 

Back to top button