ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji çûna Erdogan a Swîsreyê Kurd nerazî ne

Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) û Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) destnîşan kirin ku hatina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo tevlîbûna li Forûma Penaberan a li Cenevreyê nayê qebûlkirin.

Di 17 û 18’ê Kanûnê de wê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî Forûma Penaberan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê pêk were. Ji bo forûmê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî hate vexwendin ku ev yek bû sedema nerazîbûnan.

YJK-S û CDK-S daxuyaniyeke hevpar weşandin û destnîşan kirin ku ev serdan ne ya qebûlkirinê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Erdogan û partiya koalîsyona wî MHP di dema wezîfeya xwe de li dijî Kurdan şer ragihandine. Bi hezaran mirov girtin û bi hezaran jî neçarî koçberiyê kirin. Bi hezaran siyasetmedar, aktîvîstên mafên jinan, şaredar, serokên partiyan, hevserok, akademîsyen û aktîvîstên mafên mirovan hatin girtin û hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo me ne tiştekî qebûlkirinê ye ku Neteweyên Yekbûyî û Swîsre Erdogan ê ku sûcdarê şer e, vexwendine.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo şermezarkirina vê rewşê wê di 17’ê Kanûna 2019’an de saet li 11:00an li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiyê pêk bînin û bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.

“Erdogan ê dîktator bicehime”

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê têkilî tevlêbûna Erdogan a forûma li Cenevreyê banga çalakiyên protestoyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin 17-18’ê Kanûnê beriya civîna li Ofîsa Cenevreyê ya NY’yê û dema civînê Kurd, dostên wan û dilxwazên mirovahiyê, gelê Swîsre ku xwedî rêça demokrasiyê wê li meydanan bin, hemû bi hev re bi dirûşma, “Kujer Erdogan bicehime, kujerê zarokan Erdogan, Erdogan ê dîktator û faşîst, şefê DAÎŞ‘ê ya barbar Erdogan tu nebixêr hatî” li dijî hatine Erdogan li meydanan bin.

KCDK-E’yê bang herî dawî bang li gelê Kurd kir ku 17-18’ê Kanûnê li dijî Erdogan li kuçeyên Cenevreyê be.

Back to top button