Çand û HûnerManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Hunermendên Kurdistanî û Biyanî bi Hûnera xwe Pişgrî dan Rojava

Hunermendên Swêdî û Kurdistanî ji bo piştgiriya bi Rojava re li Stockholmê hatin cem hev. Çalakî bi navê “Huner ji bo Rojava” hat kirin.

Çalakî li navenda bajêr li avahiya rojnameya Dagens Nyheterê çêbû. Tablo û wêneyên hunermendan li vir hatin pêşandan û bi buhayê herî kêm yê berê diyarkirî, ev berhem bi mezatê hatin firotin.

Di çalakiyê de Gurgîn Bakircioglu yê rojnamevan û Evelina Utterdahl a hawîrdorparêz pêşkêşvanî kir. Herdu pêşkêşvanan malavahiya tevahiya hunermendên beşdar kir.

Hunermendên berhemên xwe bexişandî jî ev in: Mikael Persbrandt, Johan Rheborg, Amandah Andersson, Max Gustafsson, Sam Laufer, Lasse Åberg, Karolina Palmer, Emma Malm, Sanna Tairi, Maryam Aljaderi, Thomas Okok Gunnarsson, Tahir Ant, Bezav Mahmod, Magnus Neideman, Stefan Uhlinder, Nadja Wedin, Madeleine Satdiago Elofsson, Avat Andimeh, Ayrak Akar.

Evelina Utterdahl ji me re got, ew hawîrdorparêzek e, lê êrişa dagirker a dewleta Tirk nîşan daye ku divê mirov xwedî li Rojava derkeve.

Hunermenda Feylî Maryam Aljaderî îşaret bi pêdiviya alîkariya ji bo xelkê Rojava kir û got, “Huner dikare ji bo mirov jiyana xwe ji nû ve ava bike, bi wan re bibe alîkar.”

Evin Akbaş jî got çalakiyekeke piştgiriya bi Rojava re ku sîstema herî demokratîk e li Rojhilata Navîn, manedar e.

Thomas Okok Gunnarsson jî di dema çalakiyê de berhemek çê kir û bi mezatê ji bo Rojava da firotin.

Zehra Dogan jî berhemeke xwe bi heman armancê şandibû Stockholmê.

Di çalakiyê de xebatên Roja Sor bi filmekê hatin danasîn. Alîkariya hatî berhevkirin wê bi rêya Roja Sor were şandin.

J: ANF / M. K

Back to top button