ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokrat civînek berfireh li Hesekê li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokrat civînek berfireh roja Yekşemê li dar xist bi beşdarbûna hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Eyşe Hiso û bi tevlîbûna bi seda ji şêniyên bajarê Hesekê, ji bo nirxandina rewşa Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, û riyên çareserkirinê di çarçoveya projeya Netewa Demokrat, civîn li hola El Selam hat li darxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Eyşe Hiso li ser geşdanên dawî yên siyasî, û pêşveçûnên dosiya Sûrî bi taybet, û wiha lê zêde kir û got: Rûsipiyên Eşîrên hêja û biyarên meyî bi xwînê, hêzên siyasî yên derveyî cîhanî herêmî ku xwestin vî welatî perçe bikin, lê ku bi fedakiriya gelê herêmê ji hemû pêkhateyên wê ji kurd,ereb, siriyan û şerkes gelê herêmê bûn yek di vê pirojeya demokratîk.

Hiso destnîşan kirk u berî kirîza 2011, ku xalek bingehîn hebû ku hemû pêkahateyê herêmê bi êş bûn ji ber, ew jî mafê welatîbûnê bû, em hemû welatî bûn lê ku mafê welatîbûnê bi me re tune bû ku em ramanên xwe bidin, û dema ku gel daxwaza guhertina aştiyê kir, hemû hêz lê civiyan û di destpêka wê de Tirkiya bû ku ew sedema bingehîn ji krîza Sûriyê.

Hiso sûcên faşizma Tirki a dagirker şermezar kir, wek guhertina demografîk û qirkirina Entîkî û kuştina zarok û jinan li Serêkaniyê û Girê sipî û Efrîn.

Civîn bi nîqaşkirina rewşasiyasî û rêxistnî ya partiyê berdwam kir, û riyê çareseriya pêşketina karê partiyê, û piştî gelek nîqaşan ji aliyê beşdaran, û tê de bersiv hatin dayîn li ser

gelek pirsan, civîn bi destnîşankirina beşdaran li ser redkirina dagirkera Tirk û piştgiriya berxwedana Rojava.

Back to top button