ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Isolationa li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihîşte asta herî bilind

Parêzera Abdullah Ocalan, Raziye Tûrgût anî ziman ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê niha li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ketiye meriyetê. Tûrgût got ku niha li girtîgehan zilm û zordariyeke mezin heye û nêzîkatiyên keyfî li girtîgehan derketine asta herî jor. Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîdê û anî ziman ku ji sala 2015’an vir ve têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahiyan wernagirin

Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Raziye Tûrgût destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: “Di dema Rewşa Awarte de tecrîd gelekî giran bûye û gihîştiye asta herî bilind. Li hemû girtîgehan nêzîkatiyên keyfî pir zêde bûne.”

Isolationa giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîdê û anî ziman ku ji sala 2015’an vir ve têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahiyan wernagirin.

Pergala Îmraliyê berbelav bûye

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e ku tu agahî nayên bidestxistin. Herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de hevdîtin pêk anîbû. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve jî Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Têkildarî van binpêkirinên li Îmraliyê, parêzerê Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût axivî û diyar kir ku kiryarên li Îmraliyê niha li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ketine meriyetê.

Tûrgût anî ziman ku ev rewş di sala 2001’an de bi girtîgehên Tîpa F re dest pê kir û ev tişt anîn ziman: “Bi Tîpa F re, sîstemeke tecrîdê hate avakirin. Dewletê bi girtîgehên ewlekariya bilind re girtî û ji derve jî civak tecrîd kir. Bi vê re mafê sporê, derketina hewşê û mafê tenduristiyê kêm kir û tecrîd bi vî rengî girantir kir. Bi Rewşa Awarte re ev pêkanîn girantir bûn. Niha jî nahêlin em bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan bikin.”

Li girtîgehan pêkanînên keyfî

Di berdewamê de Tûrgût destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan pêwîstiyê bi biryarên dadgerên Rewşa Awarte nabînin û ev nirxandin kir: “Dema ku Rewşa Awarte dest pê kir, em diçûn girtîgeha Gumuşhaneyê. Midûrê girtîgehê lîsteyek amade kiribû û gotibû ku dê hevdîtinên me yên bi kesên hatine diyarkirin re qeyd bikin. Me jî got, li gorî biryarnameya Rewşa Awarte divê biryara li ser kesan yek bi yek bê girtin. Lê belê wan lîsteyeke ji gelek kesan pêk dihat amade kiribû. Lewma di vê demê de nêzîkatiyên keyfî yên rêveberiyên girtîgehan derketin asta herî jor.”

Girtiyên nexweş nayên berdan

Parêzer Tûrgût got ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya girtîgehan re ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nebûna cih, li gelek girtîgehan girtî neçar tên hiştin ku bi dorê li erdê razên. Girtiyên nexweş neyên berdan û her wiha di Rewşa Awarte de rewşa girtiyan girantir bû û dema ku dibin girtîgehê yan jî derdixînin, rastî lêdanê tên.”

Li girtîgehan kiryarên provakatîf

Di dawiyê de jî parêzer Raziye Tûrgût ev tişt anîn ziman: “Li girtîgehan pêkanînên provakatîf jî hene. Cendirmeyên Tîma A di nîvê şevê de bi ser qawişan de digirin û her derê ser û bin dikin. Alavên girtiyan tên desteserkirin û lêgerîn di asta tacîzê de pêk tên. Yên ku van pêkanînan dikin, kesên taybetin ku ji bo vî karî hatine perwerdekirin.”

‘Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî wernagirin’

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 4’emîn Civîna Meclisa Giştî ya Serdema 8’emîn li avahiya giştî ya Stenbolê pêk anî. Di civînê de pêvajoya siyasî û hilbijartina derbasbûyî nirxandin. Di civînê de Berdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û di destpêka axaftina xwe de Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akif Yılmaz ên di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Koçyîgît diyar kir ku di sala 1980’an serdema darbeya leşkerî de gelek bêhiqûqî hebûn û wiha got: “Lê Kemal Pîr û hevalên xwe li dijî van bêhiqûqiyê rawestiyan û rêya têkoşîna azadiyê vekir. Têkoşina wan îro sedema hebûna me ye.”

Koçyîgît bal kişand ser rewşa meclisa nû û anî ziman ku meclisa niha bûye wekî noterê û tu fonksiyona wê nemaye û wiha got: “Ji bo me çareserî demokrasiya radîkal e. Divê gel rasterast vîna xwe bide xuyakirin û bibe xwedî vîn. Kabîneya nû bûye şîrket. Ev di qada azadî û demokrasiyê de tiştekî bi xwe re nîne. Pergala nû alîgirê rant û sermayedaran e.”

Li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar

Koçyîgît di axaftina xwe de biryara beraata Sedat Peker ku akademisyenên aştiyê tehdît kiribû rexne kir û bal kişand tecrîda li ser Ocalan û got ku bi tu awayî agahî ji rewş û tenduristiya Ocalan nayê girtin û got ku dema ew li vê rewşê dinêrin fam dikin ku kî çawa dewletê bi rêve dibe û xizmetê ji kê re dike.

Her wiha Koçyîgît da zanîn ku ji bo ew karibin faşîzmê têk bibin divê têkoşînake hevpar hebe.

 

Back to top button