CivakNûçeyên Lezgîn

JIN TV dê Têkiliyên Jin û Jiyanê ji nû ve ava bike

Endama Desteya Weşanê ya JIN TV’ê Berfîn Hêzil diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên jin û jiyanê yên ku ji hevdû hatine qutkirin ji nû ve ava bikin û tevna jinan a global xurtir bikin. Her wiha Hêzil go ku dê kanal rengê medyayê biguherîne

JIN TV ku di 9’ê çileya 2018’an de hate ragihandin û di 8’ê Adarê Roja Jinan de dest bi weşana testê kir, roja 30’yê hezîranê bi şiyara ‘Dengê jinê, rûyê jiyanê’ dest bi weşana xwe ya asayî kir.

JIN TV bi gelek zimanan û bernameyên dewlemend dest bi weşanê kir. Li gel bernameyên li ser jiyana civakî, çandî, rojane, spor, tenduristî, sînema û zanistiyê, gelek projeyên din hene ku amadekariyên tên kirin. Televîzyona jinan ku bi kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin, dixwaze rengê heyî yê medyayê biguherîne. Sermeselê, berevajî weşana standart a qenalên televîzyonê ku li gorî jiyana mêran hatiye destnîşankirin, JIN TV weşana xwe bi pirahî li gorî jiyana jinan diyar kiriye.

Projeya qenala JIN TV’ê ji aliyê Weqfa Newaya Jinê ve hate amadekirin. Televîzyoneke jinan e ku edîtor, moderator, endamên desteya weşanê, rejîsor, xebatkarên deng, ronahî, dûblaj, kamera, nûçegihan, teknîsyen, uplînkvan hemû jin in.

Ji aliyê ziman ve dewlemend e

Endama Desteya Weşanê ya JIN TV’ê Berfîn Hêzil li ser naveroka weşanê agahî dan. Hêzil diyar kir ku piştî ku hin kêmasiyên teknîkî hatin çareserkirin û bingeheke têrker jê re hate amadekirin dê dest bi nûçeyên rojane bikin û destnîşan kir ku ev yek dê di demeke nêz de pêk were. Hêzil anî ziman ku wê destpêkê bi zaravayên kurdî û zimanên tirkî û erebî nûçeyan û bernameyên aktûel biweşînin û da zanîn ku di dema bê de dê bi gelek zimanên din jî weşanê bikin.

Hêzil da xuyakirin ku bi bernameyên heyî ew balê dikişînin ser deng, ked, raperîn, huner, pirsgirêk û jiyana navxweyî ya jinan û wiha got: “Wek JIN TV em dixwazin têkiliyên jin û jiyanê yên ku ji hevdû hatine qutkirin, ji nû ve biafirîne û tevna jinan a global xurtir bike.”

‘Qenala her kesî ye’

Di dewama axaftina xwe de Hêzil ragihand ku televîzyonek li ser bingeha jin û jiyanê, pêwîstiyeke civakî bûye û bi gotina ‘JIN TV dikare bi rola pêşîgirtina li qirkirina jinan, civakê û xwezayê rabe’ îşaret bi mîsyona qenalê kir. Berfîn Hêzil da xuyakirin ku qenal diyariyeke ji bo jinên berxwedêr û destnîşan kir ku qenal ji her alî ve bi îrade û keda jinan afirîye.

Hêzil JIN TV bi gotina ‘qenala her kesî ye’ pênase kir û bang kir ku bi rêya medya civakî nûçe û dîmen ji wan re bê şandin û her jin bibe nûçegihaneke ji ber xwe ya qenalê.

Back to top button