Çand û HûnerNivîskar

Romenek li ser hovîtî û wehşiyetê: ‘Wehşê di hundirê min de’ derket

Tirs her li ser kurdan hebû û kurdan jî her li hemberî tirsê ber xwe da. Di nav dîroka kurdan de ne tirs têk çû ne jî berxwedan. Û ev tirs jî, ev berxwedan jî her bû mijara wêjeyê. Yek ji kurdên zêdetir bala xwe daye ser tirsê û berxwedanê û ev kirine mijara nivîsê jî nivîskar Helîm Yûsiv e. Yûsiv hêmaya tirsê di çîrok û romanên xwe de bikar anîbû û bi zimanekî wêjeyî ew kiribû malê wêjeya kurdî, niha romanek din bi wê şêweyî pêşkêşî xwendevan û wêjeya kurdî kir.
Romana nû ya Helîm Yûsiv a bi navê “Wehşê di hundirê min de” ji Weşanên Peywendê derket. Wî, di romanê de meseleya tirs, hovîtî û wehşîtî girtiye dest. Bi vê romanê xwendevan dikarin tirs û wehşîtiya li nav xwe jî kifş bikin, li nav welatên lê dijîn jî. Li vî welatê (welatê romanê) desthilatdar mirov wehş in, dûre derdikeve holê ku dijber jî wehş in.
Navê pirtûkê bi “Wehşîtî” dest pê bike, hovîtî û wehşîtî hêmaya romanê be jî meseleyê pêkenîkî jî bi awayekî meseleya desthilatdariya welat jî dikare bê dîtin.
‘Wehşê di hundirê min de’ 5’emîn romana Helîm Yûsiv e. Berî vê Yûsiv “99 Morîkên Belavbûyî” di sala 2015’an de weşandibû û çapa wê niha xilas bûye û amadehiya çapa diduyan dikin.

Helîm Yûsiv kî ye?
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967’an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000’î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew berhemên xwe bi kurdî dinivîse û ev berhemên wî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî “Komara Dînan”, “Bidarvekirina Pozekî” û Sol û Serî” hatine amadekirin û lîstin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
– Mêrê Avis (çîrok. 1991)
– Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
– Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
– Sobarto (roman, 1999)
– Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
– Tirsa Bê diran (roman, 2006)
– Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
– Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
– Auslander Beg (çîrok, 2011)
– 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
– Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)

J: Diyarname

Back to top button