ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

îradeya azad a gel têk naçe û dîrok şahidê vê yekê ye

Bi sedan şêniênyên taxa Sabi Behar, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk, bi dehan endamên saziyên  sivîl ku alên ciwanan û Meclisa Leşkerî ya Minbicê hilda bûn herikîn bin konê ku li çerxerêya Sabi Behrat bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê hatibû vendan.

Çalakî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê geleke axaftin hatin kirin. Bi navê rêveberiya xeta Xerbî Hisên Hemîd bixêrhatina beşdaran kirin û got “Minbicê bajarê wêjevanan e û navnîşana wê azadî ye, hukmê wê demokrasî ye û deriyê wê biratiya gelan e. bajarê Minbicê bi gelê xwe deryayek ji tiving e, yê ku bifkrê vê bajarî dagir bike wê têk biçe.”

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Endamê Meclîsa Zagonas Adil Mihemed axivî û anî ziman ku çalakiya wan li dijî hêzên ku dixwazin Minbica ku bi xwîna şehîdan ji terora DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin e. Adil Mihemed her wiha teqez kir ku hevgirtina gelan mîsogeriya serkeftinê ye.

Zarokê bi navê Sîracedîn Abo helbest li ser zarokên şehîdan xwend.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fermandar Enter Hisên di çalakiyê de axivî û anî ziman ku hêza wan xwe dispêre aliyên derve lê belê xwe dispêre îradeya gel. Hisên destnîşan kir ku berxwedana hêza ku ti carî nayê şikandin û dîrok şahidê berxwedana gel e û got: “Îrade bihêztir e û rêya serkeftinê ye.”

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif Tirkiyê dewleteke dagirker e û teqez kir ku Tirkiyê terora DAIŞ li herêmê afirandiye.

Di çalakiyê de her wiha bi navê Meclisa Jin Hena El-Şerîf, bi navê ciwanan Eqîl Herdos, bi navê pêkhateyê Çerkes hevseroka komeleya çerkesan Hind Dagistanî, bi navê Komîteya Perwerdeyê Mihemed El-Îsa axaftin hatin kirin. Kesên axivîne bal kişandin li ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên Minbicê li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen bang li şêniyên herêmê kir ku li pey îdiayên ne rast ên hin saziyên ragihandinê yên dijber nekevin û hêviyên xwe bi daxuyaniyên derve girênedin û got hêza navendî îradeya gel e.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî teqez kir ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga yekitiya xaka Sûriyê dike û got ev rêveberî bingeha aramiya Minbicê ye.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê bi dawî bû.

ANHA

 

Back to top button