Nivîskar

Bê Dengiya Dunayê me Dikûje

Hîn bêdengiya dunyayê berdewame çav û guhên xwe girtîne.
Bêdengiya dunyayê jiyana qehreman (Leyla Göven) û hevalên wê yên çalakiya birçîbûnê di zindanên faşisima dewleta Turk de kirine metirsiyê û pirojeya Şehadetê.
Hinek çalakvanan şêst roj derbas kirine, Rojên jiyana wan tên hijmartin. Îro bi dihan çalakvan li herçar hêlên cîhanê ketine çalakîya bîrçîbûna bê dem.
Wisa xûyaye dunya wê bê deng bimîne, heta vê kêliyê çapemenîya qaşo parêzera heqîetêye û bê aliye çav û guhên xwe girtine, kesek vê bûyera qehremanîyê nayîne ziman.
Kesek dengê xwe nake, eger teyrek ba yan jî lawirek ba vêga çapemenîya dunyayê tev liser kom bibû û her kesî ji milê xwe ve di ragihandina xwe de belav dikir, ji bo hestên mirovan bi derewan bikşînin. Lê pêwiste êdî gelê kurd bizanibe û bêje îdî bese.
Îdî gereke gelê Kurd bi sed hezaran xwe bi rêxistin bike û rabe li ser piyan û neraweste heta kû encamekî ji bo hebûna xwe bi dest bixîne.
Qedera me di destê me de ye, hebûna me jî di destê me de ye, çiqasî em xwe li hev kom bikin hewqasî emê encamên mezin ji bo hebûna xwe bi dest bixin .
kesek mafê te diyarê te nake ger tû xwedî lê dernekeve. Maf nayên dan tên Sitandin bira kesek xwe ne xapîne û rihet rihet li mala xwe pal nede.
Em ketine dema hebûn û nebûnê, dema ku êrîş tên ser gelekî tu ferq û cudahîyê nakin navbera kesên ketî xewê û kesên xwedî li mafê xwe û li doza xwe ya rewa xwedî derketîye.
Madem tu Kurde di çavên neyaran de tu gunehkar û tewan barî ,gelo kengî em sûde ji serpêhatîyên di dîroka xwe bigirin, binerin çi biserê komara Mihabatê de hat, û çawa nemir Qazî Mihemed liber çavên me bidarve kirin.
Çawa Seyd Riza bidarve kirin her wiha şêx Saîd û bi dihan tekoşerên tevgera azadîya gelê Kurd liser destê rêcîma îranê hatin winda kirin.
Gelo we kompiloya nav netewî ji bîr kir, çawa dunya tev ji ber bercewendiyên xwe li ser serê rêberê Gelê Kurd Rêber Apo kom bûn û radestê dewletaTirk’ a faşist kirin, gelo kengî em jî weke miletê dunyayê li xwe vegerin û emê hêza xwe bikin yek.
Ev tev pirsin gereke her kesekî xwedî wicdan ji xwe bike û bipirse û sekneke qehremanî bidê xweya kirin û ji tekoşîna gelê xwe re bibe pişt, dem derenge rola herkesî têde heye gereke em bi qedera xwe ne leyizin em xwedî hêz bin û xwedî îrade bin.
Dijminê me ji me ditirse
Ji ber vê yekê dijminê me Dixwaze em tim bin dest bin û tim dibin piya de bin.
Emê vê yekê ticar û tûcarî qebûl nekin
emê tim li ber xwe bidin.
Û emê hêza dijminê xwe bişkînin û tekoşîneke ber fereh bidin meşandin û bi serkevin
Serkeftin ya gelê Kurde
Azadî jibo rêber Apo
Şehîd namirin.

Silêman Ahmed

Back to top button