Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê bang li hêz û tevgerên şoreşger ên cîhanê kir
Bi sedan dayik û malbatên şehîdan li goristana şehîdan a bajarê Reqayê kom bûn û der barê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da. Di kombûnê de wêneyên şehîdan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin rakirin.
Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên meclisê Şemsa El-Ehmed ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ne tiştekî nû ye ku Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî yekser destekê dide terorîstan û di serî de rêxistina DAIŞ`ê ku ber bi tunebûnê ve diçe.
Gefên wan di çarçoveya siyaseta hikûmeta Tirkiyê de ku armanca wê zexta leşkerî li ser rêxistina DAIŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve ber bi tunekirinê ve diçin, hat.
Em wek malbatên şehîdên ku canê xwe ji bo rizgarkirina xaka herêmê feda kirin, êrîş û gefên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin.
Gelê herêmê ji ber şer neçarî koçberiyê bû û di hemû aliyan de rastî paşguhkirin û kuştinê hat. Ji ber wê em bang li hemû hêz, tevgerên şoreşger ên li tevahiya cîhanê û hemû dewletên aştîxwaz û di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe ya exlaqî li beramberî herêmê pêk bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê herêmê bi dawî bû.
ANHA