DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

HRE’ li Efrînê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan duh li navenda Efrînê li dijî çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” çalakiyeke sabotajê pêk aniye û 3 çete hatine kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de, li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me çalakiyek li dijî navendeke çeteyên Polîsên Leşkerî pêk anî.

Di 13’ê Gulanê de, hêzên me bi çalakiyeke sabotajê navendeke çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” ya li nêzî Geraja Cindirêsê li navenda bajarê Efrînê teqand, di encamê de 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.”

Back to top button