Şêniyên bajarokê Hecîn ê bejahiya rojhilatê Dêrazorê li têketina rojava ya bajarokê Hecînê da ku bimeşin, kom bûn. Endamên saziyên sivîl jî beşdar bûn.
Şênî ber bi têketina bajêr a rohilat ve tevî pankartên bi nivîsên” Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hilde…serî hilde”, “Na ji dîwarê parçebûnê yê li Efrînê re”, “Na ji parçekirina Sûriyê re” û “Na ji dagirkeriya Tirk û destwerdana wê ya hovan e ji welatê me re” herikîn.
Meş li pêşiya Meclisa Hecînê ya naverasta bajarokê veguhirî mitingê. Bi navê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê hevserok Selah Selman û bi navê xebatên perwerdeyê ya bajarok endamê rêveber Ehmed Şelebî axaftin hatin kirin.
Axêveran kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî mafên şêniyên Efrînê şermezar kirin û wiha lê zêde kir: “Erdogan û çeteyên wî ve hewl didin Efrînê ji xaka Sûriyê bibirin û tev li xaka Tirkiyê bikin, lê em vê yekê qet napejirînin.”
Piştî axaftin bi dawî bûn, şêniyan meşa xwe li kolanên Hecînê heta têketina bajarok a rojhilat, domand.
Şêniyan meşa xwe bi dirûşmên silavkirnia berxwedana ciwanên Efrînê û hevgirtina gelê Sûriyê bi dawî kir.
ANHA