ManşêtNûçe

“Hêzên me li her bereyekê 14 km pêşve çûn”

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ragihand ku operesyona  wan heya niha li gorî plana  ku hatiye amadekirin, birêve diçe û da zanîn ku hêzên wan li her bereyekê 14 k.m pêşve çûn  û 43 çeteyên DAIŞ’ê kuştine.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pîlançoya şerên 4 rojan operesyona Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ji raya gîştî re eşkere kir.

Daxuyanî îro li bajaroka Eyn Îsa, ji aliyê Berdevka Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehemed ve hat xwendin.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wiha ye:

“Qonaxa yekemîn a Hemleya Xezeba Firatê derbasî roja xwe ya çeremîn bû. Hemle heya vê kêliyê li gorî plana jê re hatiye danîn birêve diçe. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar bi çeteyên DAIŞ’ê re gelek gund û mezre rizgar kirin. Li vir me pêşketinên berbiçav qeyt kirin.

Pêşketina hêzên me ber bi bajarê Reqqayê ve li ser 2 baskan pêk tê. Pêşketina li herdu baskan wiha ye:

– Silûk: Hêzên me li vê baskê 14 Km pêşve çûn û gundê Leqta yê xwedî cihek stratejîk ku li ser firehiyek mezin a hawirdora xwe serwer e û gundê El-Heyawî yê başûrê gundê Qenterî, ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.

– Eyn Îsa: Li vê baskê jî hêzên me 14 Km pêşve çûn û gundên ′Etiye, Celîl, Qedriye, Ebdulhadî, Ebû Cîhad, Wehîd, El-Ibêd, EL-Sefa û Ebdullah′ tevî gelek mezreyên din ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.

Di vê navberê de, hijmarek mezin a çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li gorî hijmara hatiye tesbîtkirin 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ji van cenazeyên 12 çeteyan di destên hêzên me de ne. Li ber cenazeyan, şervanên me hijmarek mezin a çek û cebilxaneya çeteyan bidest xistin.

Di vê hemleyê de çetyên DAIŞ’ê 7 tirimpêlên bombebarkirî teqandin. 2 çeteyan jî beriya hêzên me xwe bighînin wan, bombeyên xwe bi xwe de teqandin.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên me riya derketina koçberên Reqqayê ji gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de peyda kirin. Şervanên me şêniyên sivîl gihandin herêmên bi ewle.

Em di Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de tekez dikin ku em ê hemleya xwe ya bi armanca dorpêçkirin û rizgarkirina Reqqayê ji çeteyên DIAŞ’ê bidomînin û soza xwe ya bi şêniyên Reqqayê ku em ê wan ji terora DAIŞ’ê rizgar bikin, bicih bînin”.

Navenda Ragihandina PYD`ê li Ewrûpa

Back to top button