ManşêtNûçe

Muslim : Şoreşa Rojava, şoreşa rasteqîne û rewa ya Sûriyê ye

Çalakiyên Partiya Yekîtiya Dmeokrat PYD`ê li Siwêdê berdewam dikin, li bajarê Orebro ya Siwêdê û bi beşdarbûna hejmarek ji welatiyên Siwêdî û Kurdistaniyên li Siwêdê nîştecih bûne, Hevserokê PYD`ê Salih Mislim  û nûnerên gelek partiyên Kurdiatanî û Siwêdî jê Partiya Kesk a Siwêdê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê, Tevgera Goran, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK semînerek li hola zanîngeha Orebro lidarxist.

Semînerê bi xulek rêzgirtin li giyana cangoriyên nemir dest pê kir, pişt re li ser navê civata Kurd li bajarê Orebro gotarek hate pêşkêş kirin, civata Kurd li Orebro di gotara xwe de bi xêrhatin li Hevserokê PYD`ê Salih Muslim û mêvanan kir.

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim jî di semînerê de gotarek pêşkêş kir, Mulsim ji aliyê mêvan û beşdarvanên sermînerê ve bi germî hate pêşwaz kirin, di serî de Mulsim di gotara xwe de civata Kurd li Siwêdê û mêvan silav kirin û daxuyakirin ku ev germbûna civata Kurd û mêvanan diyar dike çendê gelê Kurd a li derve ye bi welat û gelê Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ne. Muslim got: Şoreşa Rojava ya Kurd,Ereb Suryan, Aşûr û Turkmen pê radibin, şoreşa rasteqîne û rewa ya Sûriyê ye.

Muslim tekez li ser wê yekê kir ku şoreşa nûnertiya xelkê herêmê dike, ti kes wê nikaribe têk bibe, ji ber ku xelk daxwaza mafên xwe yên rewa û demokratîk û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkahteyan de dike, xelkê herêmê ti carî rê nadin biyanî ji derve bên û bi piştgiriya hêzên herêmî berjewendiyên çend dewletan li ser xaka Rojava û Sûriyê cîbicîbikin.

Muslim di dawî de tekez kirk u civata Kurd, Ereb û Suryanî ya li derve ye ligel gelê Rojava ne û piştgirî didin gelê Rojava, her wiha bersiv da pirsên mêvanan.

Stokholm …

Li Paytexta Siwêdê nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li navenda nûnertiyê bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partiyên Kurd, keseyatiyên Siwêdî, Tirk û Kurd û hejmarek ji nûnerên rêxistinên mirovî û nivîskaran civînek lidarxist.

Civînê bi gotina pêşwazîkirina li mêvanan a ji aliyê nûnerê Rêvebiriya Xweser li Siwêdê Stêr Kurdaxî ve hate xwedndin  dest pê kir, Kurdaxî bi xêrhatin li Hevserokê PYD`ê Salih Muslim û  mêvanan kir.

Hevserokê PYD`ê Muslim di civînê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de tekez li ser wê yekê kir ku ti carî wê berxwedana îro li Rojava birêve diçe têk neçe wê Kurd, Ereb û Suryan ligel hev li dijî êrişan berxwebidin û mafên xwe yên rewa biparêzin, her wiha bang li hemû kesayetî û kesê li derve ne kir piştgirî bidin gelê Rojava û berxwedana wan a bê hempa.

Hêjayî gotinê ye ku civîn bi amadebûna her yek ji nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Qadir, Serokê Encumena Suryanî Besam Ishaq, nûnerê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê Umer Şêxmûs, nûnerê Partiya Pêşveru ya Kurd li Sûriyê, nûnerê Encumena Kurd a Siwêdê (Federasyon), ji nûnera Ola Zeredeşt Endizar Hawarê, nûnerê Rêxistina Cak a Mafê Mirovan a Kurd, Meclîsa Demokratîk a Kurd li Siwêdê, Nivîskarê Tirk Cengîz Candir, Receb Zîrek Oglu, siyasetmedarê kurd Baksî, Sededîn Mele, Ehmed Heyder, Rêxistina Qendîl a Siwêdê û hejmareke ji rojnamevanan birêve çû.

Navenda Ragihanda PYD`ê li Ewrûpa

Ş.Mamo

 

Back to top button