HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji Zîndanê Peyamên Hevserok û Parlementerên girtî yên HDP’ê

Hevserok û wekîlên HDP’ê yên ku bi qirkirina siyasî hatin girtin, bi rêya parêzeran peyam şandin.

Fîgen Yuksekdag:

Li gel her tiştî nikarî hêvî û vîna me bişikînin. Li hundir û derve HDP û em tekane vebjijêrka azadî û demokrasiyê ne. Tirsa wan ev e. Divê kesek moralê xwe xirab neke û ji berxwedanê nekeve. Divê neyê jibîrkirin ku ev kîn û êrîşkariya wan ji tirsê ye. Teqez wê hezkirin û wêrekî bi ser bikeve. Bi hezkirin û slavan..

Selahattîn Demîrtaş:

Beriya her titşî hemû dostan slav dikim û hezkirinê xwe diyar dikim. Di van rojan de ku welatê me her roj ber bi taritiyê ve tê tehfdan, girtina me ya derî hiqûqê, tenê bi kêrh atiye ku ev tarîtî girantir bibe. Lê yên ku dibêjin em ê di vê tarîtiyê de radest bibin, divê ji bîr nekin ku tenê darikekî niftikê jî, tenê mûmek jî dikare tarîtiyê ronak bike. Şert û mercên ku em lê ne, çi dibin bila bibin, ji bo ku gelê me di siberojên azad de bijîn, ku hewce be em ê weke mûmê bişewitin jî. Her kesek divê di têkoşîna demokrasiyê de be, bi rih û can ji bo ku vê tarîtiyê ronak bike bixebite. Moral û tendiristiya min baş e. Bi hezkirinê…

Idrîs Balûken:

Divê gelê me bi moral be, ez gelê me yê ku li rûmeta xwe xwedî derketiye slav dikim. Em jî li rûmeta we xwedî derdikevin. Ên ku divê li vir bin ne em in, ew kes in yên ku ev komplo û mîzansen hazir kirine. Ji bo ku me marjînalîze bikin, vedişêrin bê ka em li kû têne girtin jî. Ev polîtîkaya rehînkirinê û revandinê ye. Di dîrokê de ev hişmendiya dîrokê tim têk çûye, mehkûmî têkçûnê ye. Bi helwesta me ev ê dîsa wiha bibe. Li her devera ku em lê ne, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Slavên min ji gel re..

Ferhat Encu:

Ev têkoşînek e, gelek girtiyên vê têkoşînê jiyana xwe ji dest dane. Em nikarin xwe ji wan cihê bifikirin. Ev pêla êrîşê ya bi tundiyê ye. Lê bi berxwedanê dikare were têkbirin. Em jî li vir li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Bila ti kesek hêviya xwe neşkîne, ên ku hêviyê zindî digirin dikarin li dijî vê zilmê bisekinin. Hêvî di heman demê de pevgihîn e. Li dijî faşîzmê berxwedana rûmetdar a gelê me wê bi ser bikeve. Li devereke wiha ku hevserokên me hatine girtin kes nikare bibêje, ez azad im.

Gulser Yildirim:

Dîktatoriya AKP’ê çi dikbe bila bike, em ê dev ji têkoşîna xwe, nirxên xwe yên ku em jê bawer dikin, bernadin. Ev kirinên dijî mirovê yên ku dikin, nîşan dide bê ka têkoşîna me ya li dijî wan çi qasî mafdar e. Vîna me zexttir bûye. Bi slav û hezkirinê

Leyla Bîrlîk:

Pêvajoyeke dijwar e û darbe ye. Em ê li hundir û li derve li ber xwe bidin. Teqez em ê bi ser bikevin. Slav..

Nursel Aydogan:

Girtina parçeyek ji pêvajoya tesfiyekkirina HDP’ê ye. Divê neyê jibîrkirin, HDP partiya dozê ye. Em di girtîgehê de jî bin, em şopgerê doz  û têkoşîna xwe ne. Têkildarî girtina me bila kesek moralê xwe xirab neke, divê ti kesek, qet bêhêvî nebe. AKP di di çi astê de êrîş bike jî divê em moralê xwe xurt bikin. Em hêviya xwe geş bikin.

Selma Irmak:

Darbeya AKP’ê bi awayekî hişkere derketiye holê. Ev darbe bi armanca pêşîlêgirtina eniya demokrasiyê ye. Ji darbeya 80’yî konetir e. Ji tirsa muxalefeta berfireh a berdest e. Berxwedan wê berdewam bike, gelê li derve û em ê jî li derve li ber xwe bidin. Girtîgeh adrêsa me ya duyemîn e. Ez slavên taybet ji hevalên jin re dişînim. Jin wê ji AKP’ê re bibin şevreşk. Divê gelê me li siberoja xwe xwedî derbikev. Ez bang li gelên Kurdistanê û Tirkiyê dikim ku li ber xwe bidin. Bi slav û hezkirinê

Abdullah Zeydan ji ber ku bi derengî birin girtîgeha Edîrneyê parêzer hê pê re hevdîtin nekirine.

Back to top button