Gotar

Hebûna sermiyedariyê Hebûna Alozîyan e!

Rakan şêxê

Berdewamiya belavbûna vîrûsa Korona li seranserî cîhanê, aloziya aborî, buhabûna nirxê  petrolê û berî wê jî şerên leşkerî û bobelatên civakî ku li her derê  gelek aloziyên mirovî bi xwe re anîn, dihêle her kes bipirse : Gelo pêşeroj dê çawa be, dibe ku  çareserî ji bo van pirsgirêkan were dîtin û wê bi çi awayî be?.

Em bêjin em nebîjin, aborîya cîhanî rastî derbeyeke xurt hatiye û çareserîya wê dê demeke dirêj bixwaze. Jixwe di vê dema niha de yên ku ev alozî peydakirine, çareserîyên wê  girêdidin bi têkbirina vîrûsa koronayê . Helbet  têkbirina vê vîrûsî  jî  negirêdayî  dewletekê  yan jî komekê û kesekî  bi tena xwe ye, lê belê bi cîhanê giştî girêdayî ye.  Rastîya vê yekê hat xuyakirin, dema ku gelek dewletan xwestin xwe ji cîhanê bibirin û sînorên xwe girtin; daku ev vîrûs derbasî welatê wan nebe, lê di encamê de me dît ku van dewletan  ji yên din  bêtir qurbanî danîn.

Ji ber wilo daxwazeke cîhanî bi giştî heye ku  li hember vê vîrûsê çareserîyek were dîtin, lê mixabin gelek hewldanên hin dewletan hene ku xwe weke parêzvanên mafê mirovan û lehengên demokrasîyê dibînin bi taybetî dewletên Rojavayê û bi wan re dewleta Çînê ; dixwazin ku vê nexweşîyê ji bo pêkanîna berjewendiên xwe yên taybet bi kar bînin û di hin cihan de jî bi rêya qaşo alîkarîyan re bikar anîn.

Li milekî din jî em dibînin  ku çawa ew  dewletên navbûrî  bi hinceta vê nexweşiyê çavên xwe ji binpêkirinên ku li seranserî cîhanê pêk tên digirin û tu çareserîyê ji pirsgirêkan nabînin û dixwazin sîstema xwe ya kevin bi awayekî din berdewam bikin . Ev sîstema ku cîhan û mirovahî kirine amûreke ji bo qezencên xwe, her wiha niha jî hewl didin ku vê aloziyê di sektorên girîng û binesazîyê de bikin weke amûrekê ji bo vebranînê. Jixwe li ber çavan e ku ev alozîya tenduristî û aborî ya giştî ku qaşo sedema wê jî koronayê ye,nehiştiye ew şerê ku bi destên ajendeyên dewletên serwer tên encamdan, rawest e; çi li Lîbyayê be û çi jî li Sûrî û Yemenê be. Berovajî wê yekê êrîşên rêxistina DAIŞʹê li Sûrî û Îraqê geştir bûn û destwerdana dewleta Tirk li Sûrîyê nehat rawestandin, rojane bakur û rojhilatê sûrîyê tê topbarankirin, di encamê de sivîl dibin qurbanî, li milekî din jî rêjîma Tirkîyê bi hezaran çeteyan rêdike şerê Lîbya yê.

Ji ber vê yekê em dibînin ku vê aloziyê tu guhertinên erînî yên  ber bi çav bi xwe re nanîneû nayine jî. Dewletên serwer û sermayedar hemû karînên xwe yên mewdanî, mirovî û teknîkî xistine xizmeta çalekiyên sûdmendiyê de.

Pêşeroj metirsîdar e, ji ber ku serdema Niyobralîzmê (Neoliberalism) li gelek deweletê xwdî hêz tê rûxandin. Ev tişt dê bihêle ku gelek dezgehên navneteweyî bê rol bimînin, wê bihêle hin dewletine din  ber bi faşizmê ve biçin, bi vî awayî wê rewşa cîhanî bi giştî ber bi tahlukeyê ve biçe. Vê rewşa xirab ku bandora xwe li her derê kiriye, nebû asteng li ber şerê ku niha li gelek deveran gûr bûye, mînaka wê jî şerê ku niha li Lîbyayê diqewime. Tirkîyê pir alîkarîyên xwe ji bo geşkirina şerê Lîbyayê zêde kiriye. Bi hezaran terorist şandindine Lîbyayê ji bo alîkarîya hikûmeta Elserac a bi ser Ixwan-ALmuslimîn ve bikin. Bi vî awayî tampoya şerê navxweyî li vî welatî xurt kir, her wiha li pêşberî çavên cîhanê; eşkere alîkarîyan dide komên radîkal yên ku wê bi xwe ew avakirine ku rojane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dikin ku di encamê de rojane ku ziyanan digihînin herêmê.

Bêguman, hebûna sermayedariyê hebûna aloziyê ye, ji ber ku ev alozî ; aloziyeke aborîye girêdayî terz û şêweya berhemdayîna sermayedariyê ye.  Aloziya  ku niha cîhan têre  derbas dibe ne tiştekî nû ye, berî niha jî cîhan rastî aloziyên aborî ji vê kambaxtir hatiye, bi taybet di salên 1927-1933-1929-1933ʹ an de. Loma ev şewûb û êşa ku niha li seranserî cîhanê belav bûye, ne sedema vê aloziya aborî û miroviye, tenê ew gûr kiriye. Ji ber ku ev alozî berî derketina Koronayê li gelek welatên cîhanê teqiya mîna Lubnan, Îraq û heta Amerîkayê bi xwe. Welatên serwer û xwedî hêz, werimandin û mezinkirina vê nexweşiyê ji bo veşartina kiryar û bobelatên ku pergala sermeyadar li paş xwe hiştiy veşêre û korona ji xwe re kirin derfet û firsendek ku ji vê aloziyê birevin.

Back to top button