ÇalakîManşêt

Meclisa Giştî ya PYD li Helebê Partiya Demokrat a Kurd (Konferans) pîroz kir bi vekirina buroya wê 

Şandeyek ji Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat li Helebê di roja 2020-6-9 serdana buroya Partiya Demokat a Kurd a Sûriyê( Konferans) PDKS kir bi armanca pîroz kirina vekirina boroya wan ya yekemîn li Helebê li Şêx Meqsûd.

Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê ev demeke buroya xwe vekirbû ji bo  çalakirina çalakiyên fermî yên Partiyê, hêjayê bibiîrxistinê ku Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî partiyek kevnare ye û welatparêz e û ew yek ji partiyên ku di çarçoveya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdaye.

Her wiha şandeya Partiya Yekîtiya Demokrat ji aliyê birêz Remzî Şêx Mûsa endamê buroya siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî (Konferans) PDKS û berpirsiyarê partiyê li Helebê hat pêşwaz kirin.

Her wiha serdan li ser pêşketinên rewşa siyasî hat nîqaşkirin li Sûriê bi giştî û li Rojava/ Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, her wiha nîqaş li ser seretastkirin mala kurdî û yekbûna refê û helwestê bi taybet di siya şertên heyî û bi hêrs hat kirin, û rola partiyên siyasî yên kurdî ku çawa deskrftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, û pêwistiya li daristina kongreyek Netewî Kurdistanî ku hemû aliyên kurdî li hev kom bike ji bo bi pêşketinên siyasî li Sûriyê re bin û xeteriyên zagona Qeyser û encamên wê li ser gelê Sûrî, û helwesta rêjîma Sûriyê ya ku li tu çareseriyan nagere berovajî wê aloziya Sûriyê kurtir dike weke dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yî Sûrî yên cîhadîst.

   

Back to top button