GotarManşêt

Dîroka Zimanê Kurdî

Biradostê Mîtanî

21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye. Ev cejin pîroz be û dergihê roja azadiya hemû zimanên bindest be ,bi taybet zimanê Kurdì.
Xwişk û birayên delal : Bi vê helkeftina pîroz bo we Buxteyek li ser dîroka Zimanê Kurdî.
(Beşê Yekem)

Dîroka zimanê kurdî ya nivîskî dirêj e dikeve kûrahiya serdema nûjen û tîpên wêneyî û yên sembolî û piştre dema bihtrî 4000 sal beriya zayînê, dema kurdan dinivîsandin bi xêzên mîxî mîna Someriyan weke hemû êl û gelên din ên di Mezobotamiyayê de ji aliyê Horî , Gotî , Êlemî ,Kaltî û Mîtanî, û piştre jêre digotin zimanê zindî û wilo ta bawermendiya kurdan bi xudakê mîtra(Roj)hat jê re digotin zimanê mîtrayî. Lê zimanê kurdî bû zimanê fermî di dewleta Mîdî de 729 an B.Z, li cem Kurd û Faris û pêkhateyên dîtir ên di wê dewletê de. Di dema pêxember Zerdeşt de zimanê kurdî xwertir û belavtir bû , dema pirtûka ola Zerdeştiyê Avêsta belav bû di Rojhilata navîn û Asyayê de, û wilo ta Ewrupa jî ,jêre di cîhanê de digotin zimanê avistayî.
Lê mixabin ew ziman êşiya li ser destê Sikenderê Meqdûnî dema Avista di şewitand. Hêjayî gotinê ye em bibêjin: Hijmara tîpên zerdeştî (44 ) tîp bûn. Piştî ziman û ola zerdeştî qelis bû di dema Sikenderê Meqdûnî de Mislmantî hate Kurdistanê ol û zimanê kurdan qelistir bûn. Di dema Sasaniyên Kurd de tîpên Pehlewî yên ji kurdîtiya tîpên Zerdeştiyê hatin {Pêlewanî} geş bû bûn di nav kurdan de, hijmara wan jî 42 tîp bûn, mîna zimanên hebûn di cîhanê de, ew jî bû  yê nivîsandin û Çandê li cem kurdan û “Ehmedê kurê WEHŞIYÊ” dibêje” min (30) pirtûk bi pehlewî dîtine û ji wan li şamê hebûn, û di pirtûka xwe de ya bi navê ( شوق المستهام في معرفة رموز الأقلام) dibêje: Min du pirtûk ji wan wergirandin Erebî, yek ji wan ser çandina dara xurmeyan bû û ya dî jî ser derxistina avê ji binê erdê û avdaniya çandiniyê bû .

Lê mixabin di dema Emewiyan de li ser destê “Ebdil Melikê Mirwanî” erebkirin bi dijwarî bi kar hat û yê jê dijwartir “Hecacê kurê SEQEFΔ bû, ku nûnerê Emewiyan bû li Iraqê, wî hemû pirtûkên pehlewî şewitandin û ya xirabtir berpirsiyarê dîwanê yê kurd “Zadan MEROX” kuşt û yekî Ereb di cihê wî de danî .

Li ser zimanê pehlewî “M. Mehemed Xinêmî HILAL” zimanzanê misrî dibêje: Zimanê Pehlewî yê kurdên kevnar e û wata wê gotinê jî zimanê çekdarên mêrxasên kevnar e (Ev di pirtûka Erebî refê yazdehan yê toreyî de di rûpelê 156 de ye ,ya hikûmeta Sûrî). Piştî hatina misilmaniyê û tevlîbûna tîpên pehlewî di nav zimanê Erebên cizîra Erebî de , kurdên me bi tîpên Qur’ana pîroz nivîsandin û ta niha beşekî mezin ji gelê kurd pê dinivîse li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi navê tîpên soranî yên ku ewin tîpên resen ên Kurdî ,ji ber ku ew ji yên Pêlewanî hatine.

lê ji ber ku beşê herî mezin ji kurdan di Bakûrê Kurdistanê de ye û nêzîkî çanda latînî ye, ew beş bi tîpên latînî dinivîse û hewldan îro dibin ku yek rengê tîpên kurdî hebe ew rengê tîpên latînî be yê ku “Mîr Celadet BEDIRXAN” û ziman zanê ferensî “Rocêr LISKO” li şamê ji (31) tîp afirandine û cara yekemîn 15/5/1932(z) kovara Hawarê hat çapkirin û weşandin, lewre ew roj cejna zimanê kurdî ye. Her sal şahî û mehrecan li wê rojê tên lidarxistin.

 

Back to top button