gelê Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hilda, xelkê sivîl ê Şêladizê û derdora wê, di 26’ê Çileya 2019’an li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û xwest, baregehên hêzên Tirkiyeyê ji xaka Kurdistanê bên derxistin .
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, piştî raperîna Şêladizê ya li dijî hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê, rayedarên PDK’ê jî ketine nava liv û tevgerê.
Çavkaniyan diyar kirin, rayedarên PDK’ê li herêma Şeladizê yek bi yek diçin nava malbatên ku zarokên wan di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne û bi wan re diaxive.
Çavkaniyan gotin, rayedarên PDK’ê teklîfa pereyan ji bo malbatan kiriye û ji wan xwestiye ku li dijî PKK’ê ji bo televîzyonan biaxivin. Her wiha ji wan re gotiye, ew ê malbatan wekî malbatên şehîdên xwe nîşan bide.
Li aliyê din hate diyarkirin ku televîzyonên nêzî PDK’ê jî pêşmergeyên PDK’ê wekî kesên ji nava gel didin axaftin û li dijî tevgera azadiyê diaxivin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî heman piştî raperîna gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirk, daxuyaniyek da çapemeniyê û li şûna kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk şermezar bike, PKK û gelê Şêladizê sûcdar kiribû.
Barzanî îdîa kiribû ku “Hebûna PKK’ê” bûye sedema êrîşê û gotibû, “Divê em sedemên ku rê li ber vê bomberdûmanê vekirine ji holê rakin.”
Barzanî her wiha gefa cezakirinê li gel xwaribû û gotibû, “Ji bo lêkolînkirina rewşê wê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin.”
Piştî van gefên Barzanî, li Duhok, Behdînan, Şêladiz û Dêralokê 80 rojnamevan, çalakger û siyasetmedar ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin destgîrkirin.
Li alyekî din 54 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku daxwaza gelê Şêladizê ya ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê daxwaza hemû Kurdan e û bang li hikumeta herêmê û hêzên Kurdan kirin ku guh bidin vê daxwazê.
Di dewama bangawaziyê de ev daxwaz hatin kirin:
“Em daxwazên xelkê deverê rewa û qanûnî dibînin. Ev daxwaz daxwazên tevahiya xelkê Kurd û Kurdistanê ye. Lewma em daxwazê li we dikin:
– Rejîm û dewleta Tirkiyeyê gunehbar bikin, bingeh û qereqolên leşkerî û sîxurî yên wan ji xaka Kurdistanê derxînin.
– Hemû çalakvan û rojnamevanên girtî yên li Behdînanê bêne azadkirin û sînorek ji bo dezgehên emniyetê yên hikumeta herêmê bê diyarkirin.
– Derfet bên afirandin ku rojnamevan û dezgehên ragihandinê bi azadî karê xwe bikin.”