ÇalakîManşêtNûçe

53 siyasetmedarên swêdî daxwaza rakirina tecîdê kirin

53 siyasetmedarên swêdî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgirina bi çalakiya Guven re daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de bang li qada navneteweyî hat kirin ku ji bo rakirina tecrîdê zextê li Konseya Ewropayê, CPT û Tirkiyeyê bê kirin

Ji partiyên cuda yên Swêdê 53 siyasetmedaran ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven  ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de bang li qada navneteweyî hat kirin ku zextê li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 27’ê hezîrana sala 2011’an  heta niha destûr nayê dayîn ku parêzer Ocalan bibînin û hat bibîrxistin ku greva ku bi pêşengiya Guven hatiye destpêkirin roj bi roj mezin dibe. Siyasetmedarên swêdî anî ziman ku Leyla Guven 84 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û fikarên xwe yên li ser tenduristiya wê anîn ziman.

Siyasetmedaran ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li Tirkiye, Konseya Ewropa û CPT’yê zextê bikin. Siyasetmedaran diyar kir ku ji ber ku nîjadperestî û xweranegirtin zêde bûye, daxwazên çareseriya aştiyane hatine redkirin û bi vê boneyê jî Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye. Siyasetmedaran bang li hemû cîhanê kirin ku piştgirî bidin dengê Guven.

Kesên îmze avêtin

Navên çend parlamenterên ku daxuyanî îmze kirin wiha ne: “Ji Partiya Çep parlamentera Ewropayê Malin Björk, ji Partiya Keskan parlamenterê Ewropayê Bodil Valero, parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat Anders Österberg û Kadir Kasirga, parlamenterên Partiya Çep Danîel Riazat, Ilona Szatmarî Waldau, Lorena Delgado Varas, Jens Holm, Alî Esbatî, Birger Lahtî, Momodue Malcolm Jallow, Amîneh Kakabaveh, Håkan Svennelig û lîderê berê yê Partiya Çep Lars Ohly.”

Back to top button