Nûçe

Emerîka: YPG`ê li beremberî DAIŞ berxwedanek bê hempa nîşan da

Wezareta Berevaniya DYE bi bona yekemîn salvegera destpêkirina êrişên esmanî bi ser rêxistina terorê DAIŞ de, raportek eşkere kir, wezaretê ragihand ku ji roja êrişên esmanî bi ser rêxistina terorê DAIŞ de dest pêkirine, rêxistin rastî ziyaneke mezin hatî.

Wezareta Berevaniya DYE da xuya kirin ku nêzî 6000 êrşên esmanî bi ser çetey û baragehên DAIŞ de hatine encam dan û DAIŞ li gorî sala bihurî ji % 25- 30 ji hêza xwe winda kir, her wiha bal kişand ser berxwedana li Rojavayê Kuridstanê li hemberî DAIŞ tê kirin.

Raportê diyar kir ku DAIŞ li seranserî eniyên şer li Rojavayê Kurdistanê rastî şikestin û ziyaneke mezin hatî û bêtirî sînorên bakûrê Sûriyê di destê hêzên dijberê DAIŞ de ne.

Raporta wezareta Berevaniya Emerîka bal kişand ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê li hemberî çeteyên DAIŞ û ragihand ku şervanên YPG`ê di şerê li berember DAIŞ de berxwedanek bê hempa nîşandan.

Raportê ji aliyekî din ve diyar kir ku 60 dewlet beşdarî hevpeymana ku bi serpereştiya DYE ye li dijî DAIŞ bûne.

N.R. PYD`ê li Ewropa

Ş.Mamo

Back to top button