Paul Murphy: Divê em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberi kurdan red bikin
Endamê Parlamentoya Îrlandayê û Parlamenterê berê yê Ewropayê Paul Murphy, diyar kir ku Çepgirên Ewropayê li dijî DAIŞ û Emperyalizmê helwesta wê şolî ye Murphy, anî ziman ku Konfederasyon Rojhilata Navîn a Sosyalîst, tenê xeta çareseriyê. Murphy, peyama piştevaniya kurdan da û anî ziman ku ceribinên Rojava ji bo gelan heviyê dide. Murphy, êrîşa dawî ya li dijî PKK’ê pêk hat jî rexne kir û wiha got: “Erêkirina DYA’yê ya vê operasyonê nêzîkatiyek “Xapînok e’.”
Endamê Partiya Sosyalîst yê Parlamentoya Îrlandayê û endamê Parlamentoya berê ya Ewropayê Paul Murphy, geşedanên li herêmê û Rojhilata Navîn nirxand. Murphy, ji ber di berxwedana rojnameyê de cih girt, li Girtîgeha Îsraîlê hat girtin. Dîsa ji ber beşdarî berxwedana Gezî bû, wekî şoreşgerekî enternasyonalist tê zanîn. Di heman demê de geşedanên Rojhilata Navîn jî ji nêzîk ve dişopine.
Têkoşîna ji bo şoreşê û dijşoreşê hat berovajîkirin
Murphy, destnîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn ên wekî Bahara Ereban, Berxwedana Gezî û Şoreşa Rojava bûn hêvîya milyonan karker, kedkar, ciwanên herêmê û rê li pêşiya serhildana li dijî pergala metîngerî û tîranê ya Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn vekiriye. Murphy, da zanîn ku bi taybetî geşedanên li erdnîgariya Ereban ên wekî “Lêgerîna mafan” û piştre vegeriya mecraya “Têkoşîna Komên Dij-Şoreşger” û wiha got: “Niha Dij Şoreş bi formên cuda li Iraq, Libya, Yemen û Suriyê xwe dide nîşandan. Ev jî dibe sedem ku hêza şoreşger ji nûve xwe bide der.
DAIŞ encama polîtîkayên herêmê ye
Murphy, destnîşan kir ku derketina DAIŞ’ê encama polîtîkayên DYA û Iraqê yên li ser herêmê pêk tîne ye û wiha got: “Komên emperyalîst, hevkarên xwe li herêmê bi çek dike û bi agir dilîzin. DAIŞ berhemê hêza emperyalîzmê ye. Lîstikek wisa xapînok û veşartî çêkirine ku her kes jê zerarê bibîne. Ji ber vê yekê kirîza kapîtalîst li Rojhilata Navîn, Efrîqaya Bakur û Ewropayê bi milyonan ciwan bê hêvî hiştiye. ”
Murphy, daxuyand ku mirov ji êrîşên terorîstê ditirsin û li ser mijarên Sûrî, Pirsgirêka Kurd û DAIŞ’ê ev nirxandin kir: “Çepgirên Ewropayê an berê xwe didin Emperyalîzmê an jî Merhametê nîşanî DAIŞ’ê didin. Bertekên Çepgirên Ewropa ne zelal in. Divê Çepgirên Ewropayê helwesta xwe li hemberî DAIŞ’ê zelal bike. Dewletên emperyalist wekî li dijî DAIŞ’ê xuya dibin, lê li dijî komên wekî DAIŞ’ê jî bêdeng dimînin.”
Çare Konfederasyona Rojhilata Navîn a Sosyalîst e
Murphy, diyar kir ku Komîteya Kedkarên Navneteweyî, piştgiriyê dide kurdan, mirovên li herêmê di bin zextan de dijîn û hêzên têkoşîna mafê hebûnê didin û wiha axivî: “Li gorî nerina me, ger ku Konfederasyona Rojhilata Navîn a Sosyalîst ku bi pergal bê avakirin, dê mafên wekhev bide hemû kesan. Dê mafê wekhev bide hemû kêmar û dewletan. Dê mafê hemû komên li herêmê dijîn û tayîna sînorê wan pêk bîne. Li gorî nerîna me, Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji berjewendiyên kurdên kedkar zêdetir, li gorî berjewendtiyên Ereban tev digerin. Komek kapitalist ya wisa ye ku li gel ku kurdên Iraqê di nava xizaniyê de dijîn, dîsa Rêveberiya Herêma Kurd, hemû çavkaniyên dewlemendiyê yên herêmê difroşe şîrketên emperyalîst û di nava pereyan de vedigeze. Piraniya kurdan vê azadiyê naxwazin. Gelê kurd azadiya ku şert û mercê jiyanê baş bike û hemû zext û tundiya li ser wan rake ye. Ji ber vê yekê destpêka Şoreşa Rojava pir watedar e.
Qadên ku YPG’ê azad kirine hevîyê dide‘
Murphy, da zanîn ku bi taybetî cihê ku jin di nava têkoşina YPG’ê de cih digirin, bêtir hevî û baweriyê dide mirovan û ji bo şervanên Cîhadê jî ew qas tirsê ava dike û wiha berdewam kir: “Li gorî nerîna me, demek dirêje mafê xwe yê azadiya çand, ziman, demokrasî û nirxên xwe yên komî dixwaze. Hêzên emperyalîst, bi dehan car nîşan dan ku li dijî berjewendiyên gelê kurd tev digerin. Dijberî vê yekê ji hewa de herêm bombe kirin û gelê sivîl qetil kirin. Di dîaspora kurdan de ji bo komên çepgir, ciwan û kesên teqawît, berxwedana Kobanê bûye çavkaniya hêzê û serkeftina YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê ew hêza DAIŞ’ê ku pir mezin dida xuyakirin, belav kir û aşkere kir ku DAIŞ ne hêza ku têk neçe ye.
Ji bilî rêxistina YPG’ê rêxistinên din baweriyê nadin
Murphy, derbirî ku ji bilî PYD û artêşa wê YPG û YPJ’ê gelek hêzên din ên leşkerî hene û ji bilî YPG-YPJ’ê tu hêzên din baweriyê nade wan û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Arteşa Sûriye ya Azad, bermahiyên pûç û xera be ne. Di pêşengiya DYA’yê de 62 welat li dijî DAIŞ’ê rabûn.
Lê vê koalisyona ku DYA’yê pêşengiya wê dikir, tenê li ser kaxizê ma. Di rastiya xwe de ev koalisyon li ser nakokî û tevliheviyan hatiye avakirin. Her dem çekan ji hêz û komên Cîhadê re dişînin. Di nava vana de Suudi Arabistan û Tirkiye jî heye. Ji bilî Şam û Bexdeyê, ji aliyê milîsên Oldar ên Îranû e, hîzbûllahê Lubnanê û şervanên welatên derve jî piştgiriyê didin.”
Divê em helwesta Tirkiye ya li dijî PYD’ê red bikin
Murphy, heri dawî xwest ku her kes helwesta Tirkiye ya li dijî PYD’ê jî red bike û destûr nede ku rê li pêş vê yekê bê vekirin. wiha axivî: “Li Rojava kantonên bûne xwedî tecrûbe hene. Ev pêngava ji ku kurd karibin xwe bi rêve bibin tecrûbe û avantajek e. Ji bo çareseriyê divê hêzên kapitalizmê nekeve meriyetê. Divê têkoşîna girseya Rojava ya li ser aboriyê jî pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê hemû ax bibe malê civakê. Divê projeyek sosyalîst bê avakirin. Divê bi taybetî dewletên cîran ên wekî Îran, Iraq û Tirkiye jî teşwîkî vê yekê bê kirin û piştgiriyê bidin vê projeyê.
‘Êrîşî kesên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, dikin‘
Murphy, herî dawî şerê li dijî PKK’ê jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha êrîşî PKK’ê dikin. Li şûna êrîşî DAIŞ’ê bikin, êrîşî PKK’ê dikin. Komkujiya li Pirsûsê her tişt li ber çavan raxist. 32 ciwanên sosyalîst ku ji bo Kobanê di ber xwe didan, hatin qetilkirin. Gumana ku perçeyekî dewletê ya veşartî bi DAIŞ’ê re peymanên dizî îmze kirine be jî heye. Dewlet li şûna êrîşî DAIŞ’ê bike, li hemberi êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî gelê kurd bêdeng ma. Reaksiyona Rêveberiya Tirkiyeyê pir xaf û bi pilan e. Dixwaze bêtir darbeyan li PKK’ê bide. Dixwaze HDP’ê li Tirkiye bê qîmet bike. Erdogan got ezê êrîşî DAIŞ’ê bikim, lê herî zêde kampên PKK’ê bombe kirin. Bi terorîzmê dixwazin propagandayek populer pêk bînin. Ev jî pir aşkere ye Erdoganê terorîst ê yekê pêk tîne. Rêveberiya Tirkiye, li şûna piştgiriyê bide serkeftina Kurdan, piştgiriyê didin DAIŞ’ê.
Diha/ (mae)