NûçeXizmet

Kordînasyona Giştî û Şaredarî ji bo jinûve Avakirna Kobanê Civiyan

Endamên kordînasiyona giştî bi teknîkerên şaredariyên kantona cizîrê roja pşnşemê li navenda şaredariya rojhilatî qamişlo ji bo jinûve avakirina kobanê civiyan.

Ên ji kordînasiyonê amadebûyîn:

Hevseroka PYD Asiya Ebdelah

Seroka desteya mewdanî Remziya Mihemed , Cozêf Lehdo serokê rêveberiya deverî û şaredariyan , D. Ebdelkerîm Omer  berdevkê komîta jinûve avakirina kobanê ,serokê desteya têkiliyên derve ya kantona cizîrê.

Asiya Abdulah di axaftina xwe de amaje kir ku astengiyên pir mezin arastî kobanê bûn ewin êrîşên daişê yên ku ji cîhanê bi giştî re hat xuyakirin .

Herwekê ku Abdulah di axaftina xwe de balkêşî da serkeftin û lehengiyên mezin ên YPG û YPJ û şkandina wan ji terora ku bûye oveyeke ji civaka netewî re .

Wekî din Remzî Mihemed xuyakir:

Tiştên herî girîng lirûderketina pirsgirêkên ku bi ser kobanê de hatine piştî şer û xerakirinên daişê û stendina pêrabûnên lezgn ji bo çareserkirina wê .

Omer di axaftina xwe de tekez kir:

Em weke kantona cizîrê me ragihana reşbigîrkirinê kir û ev tê wata ku emê hemû karînan bixin rêgeha jinûve avakirina kobanê herwekî ku Omer rave kir ku divê hevrêzî bi şaredariyan re hebe ji bo xweşkirina torên avê û karîzan li gorî karînên peydakirî .

Di dawiya civînê de rêkeftin hate stendin li ser palavtina şaredariyên kantonê û karkirên di warê avê û karîzan û şandina wan di 10ê mehê de kobanê ji bo xweşkirina binesaziyên tora avê .

Back to top button