ManşêtNûçe

Di operasyona QSD`ê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li gorî nûçeya ANHA’yê di saetên sibê de, şervanên QSD`ê li aliyê başûr û rojavayê bajarokê El-Busereya yê rojhilatê bajarê Dêrazorê operasyonek li dar xist û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ`ê ku wekî şaneyekê kar dikir, girtin.

Li gorî agahiyan, şaneya ku hate girtin bi suîqast û êrişên li dijî şêniyên herêmên rabûye, nexasim êrişên bi motorsîklêtan pêk dianîn.

Her wiha li gorî agahiyên dawîn, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ’ê, her wiha şaneyên girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê û yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêde bûne.

Back to top button