ManşêtNûçe

Ajansa(SRC) a Swîsreyî: DAIŞ tevnên wê yî navdewletî hene û Tirkiya rolek sereke dilîze di piştgiriya wê de  

Ajansa îstxbarata fedral a Swîsrayê rapora xwe ya elwlehî li ser rewşa sala 2020’an derxist, û di der barê wê de tekez kir ku Tirkiya rolek mezin dilîze di perwerdekirina DAIŞ’ê de, û ew hewil dide di riya polîtîkaya xwe ya Empîryalî demografiya herêmên ku dagirkiriye bighuerîne li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriya.

Her wiha raporê wiha zelal kir: Tu piştgiriyek gelêrî eşkere ji operasyona leşkerî ya Tirkiya li Sûriya û Îraq ne ma ye.

Raporê îşaret kir: “Wê sînaryoya Tirkiya ya dijmnahiyê û aloziya siyasî di hundirê Tirkiya berdewam be”, wiha zêde kir:” rewşa aborî li Tirkiya xirabe, û Erdogan wê nikarbe çareser bike.”

Têkildarî Tirkiya û DAIŞ’ê, raporê diyar kir ku DAIŞ jî tevnên wê yî navdewletî hene û Tirkiya rolek sereke dilîze û dihêle ku çeteyên DAIŞ derbasbin û derkevin, tekez kir ku hîn jî DAIŞ xeteriyeke li gelek deveran, her li Ewropa û Swîsrayê.

Back to top button