ManşêtNûçe

Sûcên Tirkiya û çeteyên wê.. û dualiya pîvanên nvdewletî

Rêxistinên Hiqûqî hîn berdewame di derxistina raporan û delîlên berbiçav li ser pêkanîna dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, kiryar û sûcan li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di nava bêdengiya civaka navdewletî li ser van binpêkirinan.

Li gorî van rêxistinan rewşên şer ji kuştin, revandin û koçberkirinê zêde bûne, wekî din darizandina esîrên şer ên Sûrî li dadgehên Tirkî, ev berevajî qanûnên navdewletî ye.

Ji aliyê xwe ve, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan di 22 cotmehê raporek derxist tê de wiha hat, ku komên çeteyan ên girêdayî Tirkiya” Binpêkirinên der heqê şêniyên Efrînê yên koçberî red kirin û li herêmên xwe man” berdewam dikin.

Li gorî Çavdêriyê, ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiya û çeteyên wê” Binpêkirinên cuda der heqê şêniyan bi rojane pêk tînin, bi dizî, revandin, girtin û destserkirina li ser mal û milkan û hilbrên çandiniyê û Hwd.”

Di der barê vê yekê de Lêkolînera di Zanyara Siyasetê û Têkiliyên navdewletî Ebîr Heyalî ji ANHA yê re got: Binpêkirinên ku Tirkiya li herêmên dagirkirî li Sûriya pêk tîne binpêkirinek eşkere ye ji qanûna navdewletî û mafên mirovan.

Rêxistinên Hiqûqî rewşên giran ji binpêkirinan weke revandina rêxistinkirî bi mebesta stendina “Drav” li hemberî vegerandina wan ji malbatên wan re, wekî din serdgirtina rojane ji welatiya.

Di vî derbarî de raporek ji Çavdêriya Belgekirina binpkirinan li Bakurê Sûriya hat di der barê meha cotmeha borî de ku (127) kes hatin girtin di nava wan de jin û zarok hene.

Ebîr El-Heyalî di ser vê Amarî de got: “Bi xwe ez texmîn dikim ku hejmar zêdetire wekî ku tê behskirin bi sedema tirsa hin malbatan li ser zarokê wan”.

Her wiha Çvdêriya Belgekirina li Bakurê Sûriya got ku operasyonên dizî û talankirina malan berdewame, û koçberkirina berdewam bi armanca destserkirina li mal û milkan ji mal û erdan.

Herêm rastî operasyonên xerakirina pilankirî weke qutkirina daran û destserkirina li ser hilbirên çandiniyê.

Li gorî Çavêdriya Belgekirinê hat belgekirina girtina ( 7027) kesan û belgekirina (1016) rewşê îşkenceyê ji destpêka dagirkeriya Tirkiya ji hin herêmên Bakurê Sûriya bi alîkariya çeteyên bi navê “Artêşa Wetenî”.

Li ser armanca ji van binpêkirinan der barê şêniyan li herêmê dagirkirî Heyalî dibnîne ku” Ev siyaset bi mebesta valakirina herêmê ji şêniyên wê yî resen e.”

Heyalî got: Tirkiya derbasî xakên navdewletî yên ne girêdayî wê bû, û lîstika navdewletî ya xirab bi van tiştan hikm dike, û ev berevajî hemû rêzikên qanûnî yên navdewletî ye.

Lijneya Lêpirsînê a Navdewletî ya teybetî Sûriya di demek borî de, dagirkeriya Tirk berpirsyar kir ji misogerkirina sîstemê û ewlehiya giştî, bi taybet zarok û jinan li herêmên Sûrî yên dagikirî.

Lijneya Nvdewletî îfade kir di rapora xwe de ku çeteyên Tirkiya li herêmên Serêkaniy û Girê Spî mal û milêk şêniyan talankirin di van herêman de û destserkirin û girtiyaî şkence kirin di zindanan de.

Her wiha rapora ku hat pêşşkêş kirin ji “Meclisa Mafên Mirovan”  û lêprsînên xwe çêkirin di dîroka11’êçileya borî de û heta Tîrmeha borî de, eşker kir li ser binpêkirinên ku pêk tê li ser kurdan bi taybet li bajarê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê çeteyên bi navê “Artêşa El-Wetenî”

Û li ser helwetsa Navdewletî ji van binpêkirinan Lêkolînera di Zanyara Siyasetê û Têkiliyan Ebîr Heyalî got:”Mixabi civaka navdewletî xeteriya van binpêkirinan dizane, û hîn jî dûrî gavên zelal e ji bo rawestandina wê, û dibe ku dosyaya binpêkirinê Tirkiya bê vekirin di dema ku Yekîtiya Ewpoa cezayan li ser Tirkiya ferz bike û dibe ku weke kaxizek şantajê bi kar bîne”.

Back to top button