ManşêtNûçe

Dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî didomîne

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û di çarçoveya berdewamiya siyaseta tirkkirinê li wan herêman de beşa zimanê Tirkî li “Zanîngeha Ezazê” zêde kir.

Li gorî ajansa ANHA’yê; Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got, rêveberiya zanîngeha bi navê Ezaz a girêdayî “hikûmeta demkî” di sala xwendinê ya nû de hin beşên nû weke fakulteya ragihandinê û beşa zimanê Tirkî li zanîngehê zêde kirin.

Li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên NY`yê ne ji mafê dewleta Tirk e ku biryarên girêdayî rewşa li herêmên Sûriyê yên dagikirî, bistîne, ji ber ku ew herêmên dagirkirî ne.

Back to top button