ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Bingeha Rêveberiya Xweser gel e

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di civîna Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê ya 6’emîn a sala 2021’an rewşa siyasî û krîzên li cîhanê nirxandin û diyar kir ku van krîzan bandoreke mezin li Rojhilata Navîn û Sûriyê kir, bi taybet di mijarên nexweşiyan û guherîna hawirdorê de. Îlham Ehmed destnîşan kir ku sedemên ku hiştin ziyan bigihêjin jîngehê, pêşketinên endustriyê ne.

Têkildarî siyaseta Amerîkayê ya li herêmê Îlham Ehmed got: “Amerîka pêşengiya sîstema global dike, Rûsya jî ji bo pêşengiyê bike di pêşbirkê de ye û bi rêya hêzên xwe yên ku li cîhanê belav kirine, serwerî û hegemonyaya xwe ferz dike ku di pêvajoya rêveberiya Trump de heya astekê lawaz bû û rêveberiya Jeo Biden hewl dide wê hêzê vegerîne.”

Der barê vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê de jî Îlham Ehmed wiha axivî: “Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tev digere û dibe ku ji welatên din jî vekişe. Rewşa Sûriyê ji ya Efganistanê cuda ye,bingeha Rêveberiya Xweser gel e, ev rêveberî xizmeta gel û parastina wê dike. Lê divê em ji siyasetên Amerîkayê hişyar bin.”

Îlham Ehmed her wiha behsa mercên zehmet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya piştî vekişîna Amerîkayê ji hin herêman û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê kir û wiha domand: “Ruxmî mercên zehmet, Rêveberiya Xweser erka xwe ya xizmeta şêniyan dewam kir, ev yek ji Amerîka û cîhanê re îsbat dike ku ev rêveberî ne şeklî ye.”

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê îşaret pê kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ezmûnên pir zehmet re derbas bûn û wiha pê de çû: “Amerîka berê ji herêmê vekişiya, dema ku vekişiya dît ku rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne şeklî ye, dema ku herêm rastî êrişên Tirkiyê û pêşengên NATO’yê hat, rêveberiyê xebatê xwe domand û bi hemû hêza xwe gel parast.”

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got: “Li hemberî êriş û planan divê em amade bin. Lihvekirinên sûrî-sûrî alternatîfa stratejîk a sereke ji bo rawestandina destwerdanên derve di kar û barên herêmê de ye.”

Têkildarî hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê  di qada navneteweyî de, Îlham Ehmed wiha got: “Xebatên siyasî bi tevahî sekinî ne, sedema vê yekê jî lihevkirinên navneteweyî ne, tu eleqe bi vê dosyayê re tune ye ku wekî asta sêyemîn a mijarên eleqeyên xwe yên niha dibînin.”

Îlham Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên dawîn û diyar kir ku ev êriş nîşan didin ku Rûsya tawîz dane Tirkiyê, ruxmî ku peymana agirbestê pê re îmze kirine û dewriyeyên hevbeş dimeşînin.

Îlham Ehmed da zanîn ku hewldanên destpêkirina diyalogan bi hikumeta Şamê re hene û got: “Em hîna zextê li Amerîkayê dikin da ku destekê bide Rêveberiya Xweser. Her wiha di demên dawîn de hewldanên dîplomatîk ên di vê derbarê de zêde bûne.”

ANHA

Back to top button