ManşêtNûçe

Daristanên 4 bajarên Kurdistanê têne şewitandin

Ji ber êrişên leşkerên Tirk ên dagirker, daristanên Bakurê Kurdistanê bi rojane dişewitin. Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin.

Li Dersimê, li sê herêmên cuda yên agir bi daristanan ketiye, dû bi bilind dibe. Li bejahiya navçeya Xozadê, şewata ku piştî êrişên leşkerî di 17’ê Tebaxê de dest pê kir gihîşt gundên navçeya Pulurê.

Tîmên arkujiyê yên Şaredariya Dersimê, rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê ji bo vemirandina şewatê rojên destpêkê çûn qadê, lê belê hatin astengkirin. Ji ber vê yekê qadeke ji hezaran hektarî şewitî. Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan dest bi vemirandina şewatê hate kirin. Şewat di roja 15’an de ye û hîn jî dewam dike.

Şewata li Xozadê hîn nehatiye vemirandin, vê carê 29’ê Tebaxê li derdora Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanan ket. Tenê tîmên arkujiyê yên Şaredariya Dersimê û xelkê herêmê hewl didin şewatê vemirînin. Lê belê bi bandora bê şewat li qadeke berfireh belav bû.

Ji bo vemirandina şewata li Geliyê Pîlemuriyê heta niha tiştek nehatiye kirin. Şewat, piştî ku leşkerên Tirk ên dagirker bombe li qadê barandin, rû da.

ÇEWLIK

Li navçeya Xolxol a Çewlikê, agirê ku 29’ê Tebaxê bi daristana li gundikê Xarsak ê gundê Conagê ket hîn jî nehatiye kontrolkirin. Xelkê herêmê hewl dide bi derfetên xwe şewatê vemirîne. Şewat hîn jî dewam dike.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî şewata ku doh saet di 10:00 de li herêma Ava Weqfê rû da, hîn jî dewam dike. Xebatkarekî Miduriyeta Herêmê ya Daristanê ku tevlî karê vemirandina şewatê bûye diyar kir ku hewldana ji bo vemirandinê têrê nake. Xebatkar anî ziman ku divê tavilê ji hewayê ve dest li şewatê bê werdan û bang li xelkê herêmê kir ku tevlî karê vemirandina şewatê bibe.

ŞIRNEX

Li Şirnexê şewata li du herêmên cuda dewam dike. Li qada Qurta Xanê ya li herêma Bestayê, şewat 29’ê Tebaxê di dema operasyonê de ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hate derxistin. Rayedarên ku ji bo vemirandina şewatê tiştekî nakin, her wiha nahêlin ku xelkê herêmê jî şewatê vemirîne.

Şewata li herêma Girêbestkê jî dewam dike.

Li qada daristanî ya li gundê Mêhrînê ya li herêma Bestayê şewata ku beriya 5 rojan di encama bombardûmana helîkopterên artêşa Tirk de rû da, ji ber xwe ve vemirî.

ANF

Back to top button