ManşêtNûçe

Dewleta Tirk li Efrînê cîwanek revand

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, çeteyên Ewlehiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Elî Nebo Osman (25) ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şerayê revand. Aqûbeta ciwanê hatî revandin nayê zanîn.

Çete ji bo berdana Elî Osman, 10 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestin.

Her wiha çeteyên Ceyş Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 18 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Mihyedîn Xelîl ji gundê Til Hemo yê navçeya Cindirêsê birîn.

Back to top button